Koordînasyona DGH’ê bi daxuyaniyekê çalakiyên xwe yên ku li bajarên Tirkiye di cihên cûda cûda de hatiye kirin eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona DGH’ê bi daxuyaniyekê çalakiyên xwe yên ku li bajarên Tirkiye di cihên cûda cûda de hatiye kirin eşkere kir. Koordînasyona DGH’ê got ku ”Ji aliye yekineyên me Şehîd Baran ji bo li dijî tecrîda giran li ser Rêber APO were şikandin û li bajarên metropolên Tirkiye’yê çalaki hate li darxistin. Di van çalakiyan da 5 kargeh hate şewitandin û ji qerekolekê re jî bombeya denge hatiye avêtin.
Detayên çalakiyan wiha ye:
Di 6 Kanunê de di navçeya Akdenîz yê Mersîn’ê ji aliyê yekineyê me Tolhildana Şehîd Mawa Torî ve li dijî kargehekê ku konan difiroş e hatiye şewitandin. Di vê çalakiyê de kargeh bi giştî îmha bûye.
Di 6 Kanunê de di navçeya Fatih yê Stenbol’ê kargeheke ku kare firotina çente û pêlavan dikir ji aliye yekineyê me Şehîd Baran Mawa ve hatiye şewitandin. Di vê çalakiyê de kargeh bi giştî îmha bûye.
Di 9 Kanunê de di navçeya Tarsus yê Mersîn’ê ji aliyê yekineyê me Tolhildana Şehîd Mahîr Botan ve kargeheke ku kare parçeyên wesayîtan dike hatiye şewitandin. Di vê çalakiyê de kargeh bi giştî îmha bûye.
Di 14 Kanunê de li Çeşme ya ÎzmÎr’ê ji aliye yekineyê me Tolhildana Şehîd Nuda Elefterya ve kargeheke ku kare amurên avahiyan dike hatiye şewitandin. Di vê çalakiyê de kargeh bi giştî îmha bûye.
Di 17 kanunê de li navçeya Edene Seyhan’ê li dijî qerekola polêsan ji aliye yekineyê me Şehîd Gelhat ve bi bombeya dengê ve hatiye xistin.
Di 19 Kanunê de li Buca ya Îzmîr’ê kargeheke ji aliye yekineyê me Şehîd Axîn Mahîr ve hatiye îmha kirin.