Tevgera Xwendekarên Demokratîk li Efrîn’ê civînek li dr xistin

Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi dirûşma ‘Ji xwendekarên azad ve ber bi civakek azad’ îro li Kampa Serdemê civînek berfireh ji bo jinûve avakirina sazumaniya tevgerê li dar xist.

NAVENDA NÛÇEYAN-  Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi dirûşma ‘Ji xwendekarên azad ve ber bi civakek azad’ îro li Kampa Serdemê civînek berfireh ji bo jinûve avakirina sazumaniya tevgerê li dar xist. Derdora hezarî xwendekarî tev li civînê bûn.

Di civînê de hevseroka Meclisa Damezirîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediya Yûsif axivî û geşedanên dawî û erka di civakê destnîşan kir.

Hediya diyar kir ku gelê Sûriyê ji 2012’an ve di pêvajoyek trajîdî re derbas dibe û wiha domand: “Ji destpêka Şoreşa Sûriyê ve, gelê Rojava û Bakurê Sûriyê gavên girîng avêtine û ev şoreş gihaşt pêvajoyek hesas û gelek girîng. Şerê cîhanê yê sêyemîn rû dide. Ev şer di navbera du aliyan de ye, di navbera moderînîteya kapîtalîzê bi nûnertiya dewletên desthilatdar û moderînîteya demokratîk bi nûnertiya me. Dewletên kapîtelîst gelek aloziyan jiyan dikin û hewl didin xwe bihêz nîşan bidin, ji ber wê aloziyê derbasî Rojhilata Navîn dikin.”

Di berdewama axaftina xwe de Hediya destnîşan kir ku armanca şoreşa gelan a ku ji Tunisê heya Sûriyê destpê kiriye xilasiya ji pergalên zordest û vegerandina vîna gel e û got: “Ji ber wê dewletên kapîtelîst bi hemû şêwaz û rêbazan bi kar anîn da ku şoreşê têk bibin, Mînaka wê afirandina islama tundrew an jî DAIŞ’ê ye. Lê Şoreşa Rojava ruxmî ku rastî gelek êrîşan hatiye têk neçû, ji ber ku gel wê bi rêve dibe.

Girêdayî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hediya wiha axivî: “Tirkiye bi fermanên Rûsyayê gefa êrîşan li herêmê dixwe. Ji ber ku Rûsya dixwaze bi rêya Tirkiyê aloziyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbixe. Rûsya Tirkiye tehdîd dike. Ev tê wateya ku herêm li ber şerekî nû ye û dê hewldanên tunekirina DAIŞ’ê kêm bibin.”

Di dawiya axaftina xwe de Hediya Yûsif bang li ciwanên kir ku ji her rewşek awarte re amade bin û xwe birêxistin bikin da ku li hember şerê taybet ku dijmin dixwaze derbasî herêmê bike bisekinin, ji ber ku ciwan pêşengên civakê ne.

Civîn bi biryarên nû dawî bû. Biryarên ku hatine girtin wiha ne:

  • Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wê ji girtîgeha Îmralî têkoşînkirin.
  • Li ser sopa xeta têkoşer Rustem Cûdî û lêgerîna heqîqet û azadiyê xwendekar bêne rêxistinkirin.
  • Ji bo rizgarkirina Efrînê meşandin xebatan.
  • Navendeke giştî ji bo xwendekaran were vekirin.
  • Rêxistinkirina çalakiyên çandî û wêjeyî.
  • Pêşxistina wezîşê.
  • Dewreyên perwerdeyê li her deverên navçeyê dê werin vekirin.
  • Pêşxistina asta fikrî û zanistî li gel xwendekaran.
  • Hişyarkirina ciwanan ji şerê taybet.
  • Mîhrecanên salane li ser asta dibistanan bêne lidarxistin.

 

Nivîsa Pêş