Duh dema Tevgera Gencanî Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer xwestin li dijî tecrîda ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, li Silêmaniyê xwepêşandanekê lidar bixin û daxuyaniyekê bidin çapemeniyê, asayîşê destur nedabû û 97 kes hatibûn binçavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Duh dema Tevgera Gencanî Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer xwestin li dijî tecrîda ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, li Silêmaniyê meşekê lidar bixin û daxuyaniyekê bidin çapemeniyê, asayîşê destur nedabû û 97 kes hatibûn binçavkirin.
Dinava 97 kesan de 4 rojnamevanan jî hebûn. Îro danê êvarê destpêkê 3 rojnamevan, piştî wê jî peyamnêrê ajansa me serbest hatin berdan.Piştî serbest berdana rojnamevanan, 35 welatiyên din jî hatin berdan.Herî dawî Asayîşa Silêmaniyê 30 kesên din jî serbest berda. Bi vî awayî hemû kesên duh hatîn binçav kirin, serbest hatin berdan.