Eletewşiyên çapemeniya serdestiya AKP-MHP ya faşist her diçe zêde dibe. Ji Sahneya ku jilmê Bakur ji aliyê DHA ve hat servîskirin ragihandina havuzê wek ”Dimena Operosyonê” da nîşandan.
NAVENDA NÛÇEYAN- Belgefîlma Bakûr di sala 2015’an de bi destê derhênerên Çayan Demîrel û Ertugrul Mavîoglu hatibû çêkirin, belgeFîlmek li ser jiyana gerîla ye. Ji fîlma Bakûr şanogehek, ji medyaya nêzî dewlet re wek ‘operasyon’ hat dayîn. Dîmen bi destê Ajansa Nûçeyan Demirören (DHA) hat serwîskirin. Bi nextê ‘Li Dersîmê dîmenên terorparêzan di şikeftê de derket holê.’ hat nivîsîn. Gelek kiryarê wan di nûçe de ‘ Li Dersimê dîmenên yekemîn, terorparêz di şikeftê de hatin çewisandin derket holê.’ wisa hat nivîsandin.
Dîmenên ku di nûçeyan de bikaranîne, beşek ji fîlma Bakûr e. Dîmen ne li Dêrsimê li Botanê hat kişandin.Derhêner Ertugrul Mavîoglu jî anî ziman, ev dîmen ji fîlmê Bakûre û li Botanê hat kişandin.
Medyaya Tirk, di dema dagirkirina Efrînê de jî dîmenên ji lîstikên şer yên computir ê digirtin û wek , ‘PYD/PKK ji şer direve’ serwîs dikirin. Ev xaxbûna medyaya hewz eşkere bû dûv re bê gav man ku nûçe serarast kirin.