Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê ragihand ku ew zaraveya Kurmancî ya zimanê Kurdî dê weke ders bidin xwendin. Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê, zaraveya Kurmancî ku ji bo xelk û xwendevanên japon, weke ders daxilî mufredata xwe ya xwendinê kir.
NAVENDA NUÇEYAN- Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê ragihand ku ew zaraveya Kurmancî ya zimanê Kurdî dê weke ders bidin xwendin. Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê, zaraveya Kurmancî ku ji bo xelk û xwendevanên japon, weke ders daxilî mufredata xwe ya xwendinê kir.
Sekreterê Dostaniya Komeleya Japonya-Kurdistanê got: “Min berî niha ji zanîngehê re gotibû ku em zimanê Kurdî fêrî xwendekaran bikin. Li wê derê profesorekî ku li zimanê Farisî lêkolînan dike, derbarê vê yekê de ji min re got, em daxwaza vê yekê dikin, eger tu bikaribî ders bidî.”
Sala nû ya xwendinê li Japonyayê dê meha Nîsanê dest pê bike. Xwendavanên di zanîngehê dê zaraveya Kurmancî hîn bibin. Ji niha ve ji bo xwendevanên japonî 20 kontenjan hatine veqetandin. Ev tişt di dîroka Japonyayê de yekem e.