Li navenda bajarê Şengal Yekitiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekitiya Jinên Ciwan yên Êzidî (YJCÊ) êrîşên li ser ciwanên li Başurê Kurdistanê şermezar kirin.
ŞENGAL- Ev demeke YNK li başurê Kurdistan’ê li ser Kurdên azadîxwaz zextan dike. Saziyên Tevgera Azadî û yê çandê bêhikuk hate girtin. Herî dawî jî du roj berê dema endamên Tevgera Gencanî Welatparêz xwestibûn ku li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah OCALAN protesto bikin. Lê YNK êrîş birîbû ser wa û 100 xistibû binçavan. Li ser vê Ciwanên êzîdi bi daxuyaniyekê çapemeniyê êrîş û binçavkirinên ciwanan yên li Silêmaniyê şermezar kirin.
Di daxuyaniya ji aliyê Şehab Reşo ve hatî xwendin, wiha hat gotin: “Êrîşên dewleta Tirk yên li ser ciwanan û endamên Tevgera Azadî, nîşaneya êrîşên dijmin yên li ser her çar parçeyên Kurdistanê ye. Ji ber bê helwest bûnê dewleta Tirk êrîşê Şengal û Kurdistanê dike. Li hemberî êrîşan Iraq ti helwestek xwe nîşan nade, em weke Yekitiya Ciwanên Êzidî bang li hemu ciwanên azad dikin, teslîmyetê qebûl nekin. Her ciwanek li ku be bila bibe, li dijî zilmê serî netewîne.”
Daxuyanî bi dirûşmeya ‘Li hemberî zilmê serî hildin’ dawî bû.