Serhat Parlak ji bo birayê xwe girtî yê rojnameger bi daxwaza edaletê dema afiş dadiliqand bi hêceta “Propaganda rêxistinê” û “Gel radike ser piya” binçav kirin û piştî cezayê pere lê birîn ew berdan.
AMED – Serhat Parlak ji bo birayê xwe girtî yê rojnameger bi daxwaza edaletê dema afiş dadiliqand bi hêceta “Propaganda rêxistinê” û “Gel radike ser piya” binçav kirin û piştî cezayê pere lê birîn ew berdan.
Rojnameger Ferhat Parlak beriya niha bi 9 meha li navçeya Farqînê ya Amedê ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hat girtin. Ev 9 meh angaştnameya Parlak nehatiye amadekirin. Birayê Parlak, Serhat Parlak bi daxwaza edaleta ji bo birayê xwe dema li kolanên Farqînê afîş dadileqand di 21’ê kanûnê de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Parlak bi hêcetên “Gel rakdike ser piyan” û “Propaganda rêxistinê dike” hat sûcdarkirin û bi hişyariya Qanûnên Qebahetan 260 TL ceza lê birîn. Nayê zanîn ku gelo ka dê der barê Parlak de lêpirsîn bê destpêkirin an jî na.
‘MIN EDALETÊ XWEST’
Parlak behsa binçakvirina xwe kir û diyar kir ku li gel tu delîl der barê birayê wî Ferhat Parlak de nînin jî ji 10’ê nîsana 2018’an de girtî ye û dernexistine dadgehê û ji bo birayê xwe bi afîşan li kolanên Farqînê edalet xwestiye. Parlak anî ziman ku polîsan jê re gotiye “wisa li edaletê nayêr gerandin” û polîsan afîşan qetandiye û avêtine çopê. Parlak got wî di îfadeya xwe de edaleta ji bo birayê xwe daxwaz kiriye û piştî îfadeyên wî girtine, 260 TL cezayê pere lê birîne û ew berdan e.
‘QEYÛM AFÎŞAN DA RAKIRIN’
Parlak da zanîn ku qeyûmê Şaredariay Farqînê fermana rakirina afîşan daye û zabiteyan li ser fermana qeyûm esnafên li ser rizaya xwe afîşên bi camên xwe ve daleqandin jî rakirin. Parlak anî ziman ku birayê wî ji ber xebatên rojnamegeriyêt girtî tê ragirtin û daxwaza edaletek demildest ji bo birayê xwe kir.
Çavkanî: MA / Lezgîn Akdenîz