6’emîn danişîna “Doza panzêrê” ya li navçeya Silopî polîsên dagirker bi panzêrê li xanî qûlibîn û du birayên hev Muhammet û Furkan Yildirim di malê de qetil kirin, dê sibe li Cizîrê bê dîtin.
ŞIRNEX – 6’emîn danişîna “Doza panzêrê” ya li navçeya Silopî polîsên dagirker bi panzêrê li xanî qûlibîn û du birayên hev Muhammet û Furkan Yildirim di malê de qetil kirin, dê sibe li Cizîrê bê dîtin.
6’emîn danişîna “Doza panzerê” ya di 3’yê Gulana 2017’an de li navçeya Silopiyaya Şirnexê polîsan bi panzerê li xanî qûlibîn û du birayên hev Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) di xew de pelçiqandin û kuştin dê sibe li navçeya Cizîrî ya Şirnexê bê dîtin. Heta niha 4 danişîna doza birayên Yildirim li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Cizîrê pêk hatin. Ajokarê panzêrê polîs Omer Yegît û amîrî wî yê ew erkdar kir Mûrat Maden ên doz derbarê wan de hat vekirin û negirtî tên darizandin, bi sûcdariya “Bi zanebûn ji kesekê zêdetir mirov kuştin” cezayê girtîgehê yê ji 2 salan heya 15 salan ji bo wan tê xwestin. Li bendêye ku parêzvanên mafên mirovan, gelek parêzerên baroyê û parlementerên bajêr beşdarî danişîna sibe ya li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê dîtin, bibin.
HEMÛ ŞAHID MIDÛRIYETA POLÎSAN A NAVÇEYÊ NÎŞAN DIDIN
Hemû polîsên heya niha weke şahid di danişînan de hatin guhdar kirin, berpirsê bûyerê polîs Tuncay Taşdemîr û Midûrê Ewlekariya Polîsan ê Navçeyê Selçûk Erdogan nîşan dan. Ji bo van polîsan di encama lêpirsîna dîsîplînê ya derbarê bûyerê de hat kirin, ceza hatin dayîn. Lê ligel vê yekê jî dadgehê daxwazên parêzeran ên van polîsan weke bersûc kirina di dosyeyê tim hatin redkirin.
DI PANZÊRÊ DE FRENA DESTAN TUNE BÛ
Di danişîna herî dawî ya di 25’ê Cotmehê de hat dîtin, rapora “Keşfê ya li cihê bûyer” a gelek caran hat taloqkirin, di dosyeyê de hat bicihkirin. Di raporê de kerketibû holê ku, frena destan di panzerê de tunebû. Dîsan di raporê de panzera ku frena destan tunebû û direksiyona wê bi qisûr hatibû ditîn weke sûcdarê “eslî”, bersûc ajokar Yegît û fermandarê wî yê ew erkdar kiribû Mûrat jî, weke “Qisûrê talî” hatibûn dîtin.
Piştî rapor di dosyeyê hat bicih kirin, li bendêye ku dozger mutale bide.