Di pêşengtiya KCD, HDP, DBP û TJA de bi armanca piştgiriyê bidin çalakiyên grevê yên li girtîgehan dest bi çalakiya reşkirina lembeyan dikin. Sibê êvarî çalakiya reşkirina lembeyan û deng derxistinê dest pê dike.
AMED – Di pêşengtiya KCD, HDP, DBP û TJA de bi armanca piştgiriyê bidin çalakiyên grevê yên li girtîgehan dest bi çalakiya reşkirina lembeyan dikin. Sibê êvarî çalakiya reşkirina lembeyan û deng derxistinê dest pê dike.
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi armanca tecridkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya Ocalan bixwaze 47 rojin li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye. Girtiyên PKK û PAJK’ê jî ji 27’ê Mijdarê ve li 117 girtîgehên Tirkiye û herêmê dest bi çalakiya 10 roj dorveger û bêdawî kirine. 30 girtiyên siyasî jî di 16’ê Kanûnê de li Girtîgehên Gebze, Amed, Patnos, Kandira û Wanê dest bi grevên bêdawî û bêdorveger kirine. 12 girtiyên siyasî yên jin jî li Xerpêtê 53 rojin bi heman armancê di çalakiya greva birçîbûnê de ne.
Sibê di pêşengtiya KCD, HDP, DBP û TJA de bi armanca piştgiriyê bidin çalakiyên grevê yên li girtîgehan dest bi çalakiya reşkirina lembeyan û deng dikin. Sibê saet di 20.00’an de dê li tevahiya bajarên Tirkiye starta çalakiya reşkirina lembeyan û deng bê destpêkirin. Çalakî dê heta saet 20.30’an berdewam bike. Heta daxwaza girtiyan pêk bê dê ev çalakî bidome.