Li Kobanê bi sedan ciwan di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan de bi meşaleyan meşiyan.
KOBANÊ- Li Kobanê bi sedan ciwan di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan de li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û Ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê Leyla Guven meşekê meşaleyî pêkanîtin.
Meşa ku li ber Navenda Ciwanan ên Kemal Pîr de destpêkir heya ber peykera Şehîd Arîn Mîrkan berdewam kir. Di meşê de posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Leyla Guven û Serî Hilde hat rakirin. Dîsa gelek caran diruşma Kujer Erdoğan, Terorîst Erdogan hate berz kirin. Ciwanan di meşê de suretên Erdoğan dan ber agir.
Di çalakiya ku heya li ber peykera Şehîd Arîn Mîrkan berdewamkir de Rodîn Kobanê axaftinek kir û got; ’’Li dijî êrîşên dagirkirina Rojava em ê heya dawî li ber xwe bidin. Em bangawazî dikin hemû ciwanan ku herkes li gel berxwedana Rojava cihê xwe bigire.’’