Tevgera Xwendekarên Demokratîk; ”Tu dewlet nikarin şoreşa me hilweşenin.”

Tevgera Xwendekarên Demokratîk; ” Ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi vîna xwe li dijî gef û dagirkeriyan wê berxwe bidin.”

QAMIŞLO- Bi sedan ciwanên Tevgera Xwendekarên Demokratîk a herêma Cizîrê, li bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker meşeke bi meşeleyan lidar xistin.

 Meş saet 16:30`an ji çerxereya Şerqî ya taxa Qudirbeg a Qamişlo destpê kir. Xwendekaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Tevgera Xwendakarên Demokratîk û meşele rakiribûn.

Di meşê de xwendaran siloganên “Bimre dagirkerî”,“Bijî berxwedana Rojava” “Ji dagirkeriyê re êdî bes e” “Bîjî berxwedana Efrînê” beriz kirin. Şêniyên bajarê Qamişlo jî ji bo piştgriya meşa xwendekaran ji malên xwe derketin, bi tilîliyan û bi diruşma “Bijî Ciwanên Rojava” beriz kirin. Meş li çarxereya Sonî veguharî mitingê. Parastina şoreşê ji erkên ciwanan e

Di mitingê de, li ser navê Tevgera Xwendekarên Demokratîk Sadiq Qamişlo axivî û gefên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got:“Dewleta Tirk hebûna xwe di  tinebûna gelan de dibîne. Li dijî gef û êrîşên delweta Tirk heya dawî em ê li berxwe bidin û axa xwe biparêzin. Ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi vîna xwe li dijî gef û dagirkeriyan wê berxwe bidin. Parastina şoreşê jî ji erkên me ye. Tu dewlet nikarin şoreşa me hilweşenin.”

Miting bi berizkirina dirûşmeyan bidawî bû.

Nivîsa Pêş