Li Minbîçê di navbera çeteyên Tirk de pevçûn rû da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Çeteyên Dir El-Firat, îro wekî her caran bi çekên giran û sivik noqteyên hêzên me yên li gundê El-Hilwencî û Ereb Hesen ên bakur û rojavayî Minbicê hedef girtin.

Ji aliyekî din ve jî, beriya niha bi çend kêliyan di navbera çeteyan bixwe de li gundê Tûxara Mezin a bakur-rojhilatê Minbicê bi çekên giran şer derket. Heta niha encamê şerê di navbera çeteyan de nehate zanîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di demên dawî de, binêkirin ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve zêde bûne.”

Nivîsa Pêş