Her gerillayeke dikeve axê, li vir de toveke nû şîn dibe û di her hatinê biharê de dareke ber bi ezmanê bilind dibe, şaxên wê şervanê ku destên xwe vekirîye û ber bi bedawîbûnê dimeşe, kulilkên wê wek çave jineke gerilla bi hêvî û bedew, koka wê qasî dîroka Mezopotamya kevnar, wisa zindî û li ser pîya ye. Dema gerillayeke dikeve ser axê, tişte ku dihêle ev ax şîn bibe, dervaye heste tolhildan tu tişte din nîn e. Hevokên bêdeng disoje,gotinên stuxwar her diçe kêm dibe. Dervaye heste tolhildan tişteke din namine û axa Dorşînan şin dibe. Koka ku Sakineyan çandine kulilkên wê, şaxên wê, pelên wê dibe Berivan, Newroz, Sterwan, Adar û Dorşin..
Dorşîn Pirdoğan ango Esra Öztürk 13 Puşperê di sala 1995’an de li Muşê tê dinyayê. Şehîd Dorşin xwedî malbateke welatparêz e. Ji ber vê yeke naskirina wê partî ji piçukahî ve destpê dike. Heya 10 saliya xwe li Kurdistanê de dimîne piştî bi malbata xwe li İstanbula jiyana xwe berdewam dikin. Heya zaningehê dixwine û li vir de jî di nav ciwanan welatparez de cih digre û piştî tevlîbûna xwişka xwe ew jî biryara tevlîbûna gerilla digre.
Demeke li bajaran de xebata jinên ciwan dimeşine û perwerde dibîne.Di demeke kurt de Şehîd Dorşin dibe xwedî zanebûneke milîtan. Te asteke ku jinên ciwan perwerde dike û derdora xwe de kom dike. Her çiqas di nav tevgera azadî de cih digirt jî ji bo Şehîd Dorşin têrî nedigirt. Ew her tim xewn û xeyalan xwe bi weneya çiyayên Kurdistanê neqişand. Herî dawî jî di sala 2014’an de armanca xwe pêk tînê û berê xwe dide texta xwedevandan. Li vir de jî Şehîd Dorşîn bi ciddiyeta xwe ya şoreşgeri, rûkêniya xwe bi keda xwe tê nasîn. Wek ew bixwe jî dibêje li çiyayên de xwe ji nû ve avadike.
Ew her tîm pevajoya heyî bi baldariyeke mezin şopand û ji bo bibe militaneke şerê gelê şoreşgerî,ji bo bibe parçeyeke ji serkeftine xwestek û heyecana xwe her tim zindi dihişt.Lihurbûna xwe jî wisa dianî ziman:”Ev pevajo riheke fedaî dixwaze.Heman demê de di dem de zu guhartin dixwaze.Ez jî şopdara Zilanan bim û di kesayeta xwe de kûrbûneke bidim avakirin û bersive pevajoya bidim.” Ew Zilanan, Beritanan, Semayên ku bûne fedaîye demê xwe,ew jî bibuya şopdara wan. Şehîd Dorşin demeke li çiyayên de perwerde dibîne û bi zanebûna birdoziya rizgariya jina ku Rêber Apo avakiriye di kesayeta xwe de dide runişkandin. Bi vê lihurbûnê Şehîd Dorşin wek pêşengeke jinên ciwan li qada çiya de cihê xwe digirt û di meha mijdarê 2015’an de li qada parastina medya di encama erişe havayî de bi çar hevala xwe şehid dikeve. Dema her penc gerillayên jinên ciwan bi axe ve bûn yek,bi sedan şopdara wan di vê axê de şin bûn. Bi sedan Dorşin, Newroz, Gerilla, Sterwan û Adar bi hatina bihara ve li çiyayên azad de dest bi dest dilana azadiye digrin,şer dikin û ber bi şoreşe ve dimeşin. Ji ber ku dervaye heste tolhildanê tişteke din nîne ku axa me şin bike.