Cemal Şerîk
Di ber bi dawiya hefteya borî de, di daxuyaniya bi ser navê Amerîkayê hate kirin de hatibû gotin ku, ew ê ji Tirkiyeyê re moşekên parastinê ya Patriotê ku bihayê wan 3.5 mîlyar dolar in bifroşin. Daxuyaniya ku di hemû ajansên nûçeyên yê cîhanê re derbas dibû li gel xwe pirs û nîqaşên tékiliya Amerîka û Tirkiyeyê ya nû wê çawa bibe jî anî. Di daxuyaniya ku bi ser navê Rusyayê hate kirin de jî;” Di mijara firotina moşekên S-400’an de em û Tirkiye hatine asteke girîng. Û em bi hêvî ne ku di derbarê S-400’an de agahî an jî nepeniyên moşekan bi dewletên din re neyê parve kirin”. Lê ev gotin jî balê kişandibû. Ji ber ku hebûna du sîstemên cûda bi xwe re pirsgirêkan jî bîne. Ev jî bi xwe re pirsa “ gelo Tirkiye ji standina S-400’an jêgeriya” tîne.
Hê ku ev nîqaş biencam nebibû, Serokomarê Îranê serdana Tirkiyeyê kir, Erdogan jî li wir behsa ambargoya ser Îranê kir û kete rojevê jî. Erdogan bi vekirî got ku ambargoya li ser Îranê ku bi destê Amerîkayê tê çekirin, me eleqedar nake. Ji ber ku axaftina Erdogan ya li ser ambargoya Îranê û daxuyaniya Amerîkayê ya li ser firotina Patriotan heman roj e, balê dikşîne. Hê ev bûyer biencam nebibû, serokê Amerîkayê Trump daxuyanî li ser tora civakî da û got “ em ê hêza xwe ji Sûrî vekişîn” û piştre jî li hemberî vê bîryarê bertekên Fransa, Îngîlîstanê û Elmanya kete rojevê û bûyera Erdogan di bin siya bûyera Surî de ma.
Di rastiyê de van axaftinan hevûdu temam dikin lê belê wek aloziyê nîşan didin û tişteke ê ku nayê fêmkirin nîşan didin. An jî rastiya heyî, bi vî awayî anîn ziman. Bi ser de jî em dikarin bêjin çawa ku bi spekûlasyonan ve girêdayî borsa radibe û dadikeve, dixwazin mîna heman tiştî li ser siyasetê jî bikin. Dikarin bêjin serkeftî jî bûn. Niha herkes, tabloya tevlîhev ê ku danîne pêşiya wan nîqaş dike. Bi fêdeye ku em bêjin li vir beravajîkirina an jî jirêderxistina rastiyan heye û di nava hewla bi vî awayî rastiyê veşêrin de ne. Di bin perdeya avabûyî de veşartina rastiyan jî vî tiştî nîşanê me dide.
Di Şerê Cîhana ya Sêyemîn ê ku li Rojhilata Navîn tê meşandin de xuya dike ku em ketine qonaxeke nû. Di nava vê qonaxê de hinek rastiyê cihê xwe dictum; Hevdîtina Astanayê ku li wir Rusya-Îran û Tirkiye wek garantorê Suriyê tevdigeriyan bêencam ma û qewlê xwe têjî kir, hate fahmkirin ku hevdîtinên Cenewreyê jî divê bi formatek nû were meşandin û ji bo ku Îranê bikin cihê qada şer starta wê jî hatiya dayîn, hene. Ev jî him li ser têkiliyên Rusya-Tirkiye-Îranê bibandor bike, him jî têkiliya Amerîka û Tirkiyeyê bibandor bike û hinek jê encam derxe holê. Him firotina Patrîotan him jî vekişîna Amerîkayê bi vê ve girêdayî ye. Nakokî an jî tevlîhevî ne li vir e; nakokî û tevlîheviya esas li hemberî vê rastiyê Tirkiye, qey tiştekî neguheriye tevdigere û qey têkiliya wê bi Îran û Rusyayê re jî berdewam dike nîşan dide.
Bi fêdeye ku em bêjin daxuyaniya Amerîkayê di derbarê Rojavayê de û ya Fransayê jî ku dibêje “em li Bakurê Surî hê çalaktir bibin û hêzên xwe biparêzin” ne nû ye. Serokê Amerîkayê di mehên borî de jî gotibû, em piştî operasyonên Daîşê hêzên xwe ji Rojavayê bikşînin û Fransa jî gotibû bi vê girêdayî “em li wir hêzên xwe zêdetir bikin û him jî di aliyê aboriyê de jî pêdanî jî veqetînin”.
Ango tişteke nû tuneye. Amerîka gotinên xwe yê berî ji nû ve dibêje û Fransa rêverberiyên Meclîsa Surî ya Demokratîk li Qesra Elyseesê pêşwazî dike û Almanya û Îngîlîstanê jî bi Fransayê re têkeve helwesteke hevpar.
Di nava rastiya heyî de, Amerîka dikare hêzên xwe ji Rojavayê bikşîne jî. Çawa ku Amerîka, bêyî bangawaziyê hate Rojava, bi heman awayî dikarin bi bîryarên xwe ve hêzên xwe ji Rojavayê bikşînin jî. An jî mîna ku Trump gotî, barên şerê bavêje ser stûyê Fransa, Elmanya û Îngîlîstanê û bêje “ hineka jï ser navê min hûn vê barê bar bikin”. An jî dikarin bi lihevhatinekê ve ji Tirkiyeyê re peywirek girîng bidin. Dibe ku ev hemûya jî bibin. Helbet ev hemûya jî bîryara yê Amerîkayê bixwe ye. Lê belê heke axaftina Trump pêk were jî, him berjewendiyên Amerîkayê, him jî têkoşîna ku li hemberî Daîşê tê meşandin bi çi awayî bibe, ew jî were nîqaşkirinê. Ku îro jî nîqaşên zêdeyî li ser vê bûyerê tê kirin jî.
Tirkiye jî rastiyên ku tê veşartinê dixwaze li gor berjewendiyên xwe bi kar bîne. Dikarin bêjin ku, vê rewşê, weke alava şerê psîkolojîk ku li hemberî Kurdan dimeşîne, bike. Ji niha ve ji bo vê armancê dest bi kar kiriye.
Tirkiye, dixwaze ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Suriyê koçberiyek nû biafirîne û şêniyên ava dike. Û bi vî awayî jî dixwaze wêrekî jî Daîş û hwd. re bide û bixe nava liv û tevgerê. Û herî dawî jî diyar e ku ji bo vî tiştî alava propagandaya hilbijartina 31’ê Adara 2019’an bike, di nava rastiyek wisa de cihê xwe digre.
Çavkanî: NAVENDA ÇANDA LÊKOLÎNÊ