Li Îdirê ji 9 kesên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin, 3 kes hatin girtin.
ÎDÎR- Li Îdirê 18’ê Kanûnê di serdegirtina malan de Parlamentera berê ya HDP’ê Kizmaz Turkelî, Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder, Hevşaredarê Tozanê Mehmet Gultekîn, Hevserokên berê yên HDP’ê yên Îdirê Oya Malgaz û Cesîm Katar, welatiyên bi navê Vedat Yilmaz, Kadîr Ozsûlar, Adem Kartal, Zubeyde Kaynar, Ayşe Bagiş hatibûn destgîrkirin. Ozsûlar piştî îfadeyê hate berdan, 9 kesên mayî jî doh derxistin pêşberî edliyeyê.
Hevserokê berê yê HDP’ê yê Îdirê Cesîm Katar, Adem Kartal û Vedat Yilmaz bi îdîaya “endametiya rêxistinê” hatin girtin, 6 kesên din hatin berdan.