Li navçeya Hênê ya Amedê piştê ku polêsekê dagirker hate kuştin û polêsek jî birîndar bibû dewleta dagitker yê Tirk avêtibûn li ser gundan û gelek kesan binçav kiribû.
AMED – Li navçeya Hênê ya Amedê piştê ku polêsekê dagirker hate kuştin û polêsek jî birîndar bibû dewleta dagitker yê Tirk avêtibûn li ser gundan û gelek kesan binçav kiribû. Piştî bûyerê 7 kes hatibûn binçavkirin û li qereqolê rastî îşkenceyê hatibûn. Bi rapora nexweşxaneyê hate îspatkirin ku çawa ji gundiyan re îşkence kirine.
Li navçeya Hênê ya Amedê, maşîneya polîsekî rastî êrîşa çekdarî hatibû. Di bûyerê de polîsekî jiyana xwe ji dest dabû û polîsek jî birîndar bûbû. Piştî bûyerê 7 kes hatibûn binçavkirin û li qereqolê rastî îşkenceyê hatibûn. Li gundê Şelê yê navçeya Hênê polîs û eskeran bi ser malan de girtibû. Welatî B.O, A.İ.O., T.O., A.O., A.O. hatibûn binçavkirin, 5 welatî 5 rojan li qereqolê rastî îşkenceyê hatibûn. Di heman bûyerê de A.Y. û İ.N. jî hatibûn binçavkirin û rastî îşkenceyê hatibûn. Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê 7 welatiyên ku hatin binçavkirin û rastî îşkenceyê hatin, biryara veşartina dosyayê hatibû. Dozgeriyê piştî lêpirsînê û îfadeyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kiribûn. 7 welatî bi îdîaya “Alîkarî dane rêxistinê” hatin girtin. Piştî welatî di kontrola tenduristiyê re hatin derbas kirin li nexweşxaneyê rapor girtin. Di rapora li nexweşxaneyê de derket holê ku welatiyên li qereqolê di bin çavan de mane rastî îşkenceyê hatine.
A.İ.O., yê hat girtin di îfadeya li Dozgeriyê de wiha gotibû: “Di roja bûyerê de saet di 18.00’an de esker hatin mala me. Gotin der barê te de biryara girtinê heye. Piştî eskeran ez ji malê derxistim, li dervê gund bi pêhnan li min xistin. Şev bû. Kesên li min dixistin min ew nas nedikirin. Di girtekê de dibêjin li hemberî eskeran derketiye. Ev ne rast e. Ez di bin çavan de dîsa rastî lêdanê hatim. Ez van kesên li min dan nas nakim. Ez ji kesên ku li min dan bi gilî me.”