Serdestiya Barzaniyan û rêveberiya Başur çima evqas li dijî êrîşên faşizma AKP-MHP bêdengin tê dîtin ku li paş vê xalên girêdayê dîrokî heye…
Di 16’ê Cotmeha 2017’an de di dema ku artêşa dewleta Tirk, bi artêşa İraqê ve ala Başûrê Kurdistanê ji Keleha Kirkûkê danîn û ala Tirkîtiyê daliqandibû de, dîsa lêrastanîna roja dagirkirina li bajarê Rojavayê Kurdistanê Cerablûsê û roja Şerê Mercîdabikê ( ku 500 salan berî çêbûbû), dîsa bi heman awayî lêrastanîna roja dagirkirina Efrînê û şerê Çanakaleyê û di heman wextê de jî lêrastanîna roja girtina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û roja bîryara darvekirina Seyîd Rizayê, dîsa lêrastanîna roja darvekirina Şêx Saîd û roja bîryardayîna darvekirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanê nîşan dide ku dewleta Tirk bûyerên dîrokî esas digre û li gor vê jî tevdigere.
Divê ku em ji Barzaniyan raveya vê bixwazin; Ji ber ku her û her li hemberî Kurdan dijminahiya ya dewleta Tirk ) ku li gor bûyerên dîrokî tevdigere û xwe dispêre bûyerên dîrokî) ji nedîtî ve hatiye û helwestek neteweyî li wan nîşan nedaye.
Barzaniyan, di dirokî de her tim ji nasnameya neteweyî bêhtir, nêzîkatiya eşîrîtî an jî malbatî pêşandan e û wisa jî tên zanîn û tên rexnekirin jî.
Lê bes niha çima bêdeng in ? Partiyeke Kurdan ku helwestek neteweyî nîşan nade, çima wek eşîr an jî wek malbat bertek nîşan nadin? Îcar jî dewleta Tirk xwe bi kîjan bûyerek dîrokî re dispêre ku dîsa Barzaniyan vê dijminahiyê ji nedîtî ve tên?
Di 15’ê Kanûna 2018’an de, Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk bi 20 balafiran ve êrîş dibe ser Maxmûr û Şengalê. Di her du êrîşan de jî Kurdên sivîl hatin qetilkirin. Lê bes ev dîroka ku êrîş pêk hatî, ma bîra Barzaniyan tiştekî neanî? Ger ku dîroka xwe ji bîr kirinin, bibîrxistin hewce ye û bi fêde ye. Wê were dîtin ku, dewleta Tirk roja êrîşê li rastî kîjan bûyerê aniye? Dîsa wê were dîtin ku ne nasnameya neteweyî, heta dîroka malbatên xwe jî çawa di binê berjewendiyên rojane ya şîrketê de hiştine. Ji bo AKP; 17-25’ê Kanûnê tê wateya salvegera bûyera “pereyên di nava qutiyên pêlavê de “ ye. Lê bes ji bo Barzanî? Salvegera bi fermî çûyîna Enqereyê ya Barzaniyê nebe gelo ?
Belku ev bibîrxistin hin kesê tetmîn nekiribe û girîng nehatiye dîtin jî; wê çaxê em vê agahiyê jî bidin; Di destpêka sedsala 19. de dewleta Osmanî, bi hinceta polîtîqayên navendîkirinê dixwest mîrîtiya Kurdan ji holê rake. Di beriya vê pêvajoyê de navê eşîra Barzaniyan, di rûpelên dîrokî de nedihat dîtin. Ango bi riya lêkolînê wê were dîtin ku di destpêka sedsala 19. de eşîra Barzanî, bi riya şêxîtiyê ji nişka ve bihêz dibin. Helbet zanîna vê agahiyê bi fêde ye , lê da ku mijar belav nebe em vê bikin mijara nivîseke din.
Li herêmê, bihêzbûna Barzaniyan, ji bo dewleta Osmaniyê ku di vê heyamê de hema hema mîrîtiya Kurdan qedandiye, aciz bikira. Jixwe ji berê de di navbera Osmanî û malbata Barzaniyan de nakokî hebûn û her roj jî zêde dibû. Nîjadperestên Kurdan, hinek komele ava kiribûn û ji bo pêşketina çand û ziman xebat dimeşandin. Lê ev pêvajo pir kurt jiya û dewsa vê pêvajoyê, pêvajoya polîtîqayên zextkirinê û girtina komeleyan şopand. Ew jî pêşiya hinek serhildana vekiribû. Serhildana Şêx Abdûlselamê Barzanî jî di vê heyamê de pêk hat. Di sala 1914’an de Şêx Abdûlselamê Barzanî li ser sînora Rojhilata Kurdistanê tê girtin û di 14’e Kanûna 1916’an de jî li Mûsilê, ji hêla Osmaniyan ve tê darvekirinê. Ya vaye…
Dibe ku lêrastanîna roja vê êrîşê ji aliyê malbatê û PDKê ve nehatibe fahmkirin, an jî ji ber “têkiliyên tîr û têjî” ji nefahmkirinê ve werin jî; lê belê were zanîn ku ev êrîş ji ber ku li Mûsilê û heman rojê pêk hatiye, giyana Şêx Abdulselam Barzanî vê hîs kiribe, heta û heta vê seh kiribe jî.
Jîr Arjin/ Navenda Lêkolîna Kurdistan’ê