Qaşo piştê hewldana darbeya 15 Tirmêh’ê alîgirin AKP vê ya ji xwe re hincet kirin û wek çekgirtina şexsî pêkhateyeke bi navê HOH (Tevgera Taybet yê Gel) avakirin. Piştê ku ev komala hate girtin. Niha serokê wî ya Fatih Kaya pêkhateyek nû avakir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Qaşo piştê hewldana darbeya 15 Tirmêh’ê alîgirin AKP vê ya ji xwe re hincet kirin û wek çekgirtina şexsî pêkhateyeke bi navê HOH (Tevgera Taybet yê Gel) avakirin. Piştê vê jî serdestiya AKP ji bo van kesan biparêze bi KHK’yekê bi navê ‘’kesên li dijî çalakiyên teroranin disekînin û darbeyê ditepsînin’’ van kesan bi hikukî parast.
Li dijî HOH’ê ji gelek aliyên civakî ve bertek hate nişandan. Li ser van bertekan dewleta Tirk mecbur ma ku vê komaleyê bigire. Hinceta girtinê jî wekî ‘’Navê wî dijbê JOH û POh’ê nişan da’’.
Serokê vê pêkhateyê ku li nav devlete de wekî karmendek xuya dike Fatih Kaya, di hilbijartinên 24 Pûşberê deserî li namzetiya parlementeriya Stenbolê da. Lê Kaya namzet nehat nişandan, pişte ku namzet nehat nîişandan Kaya dest bi avakirina pêkhateyekê nû kir. Navê pêkhateya nû ‘’Platforma Tevgera Seferbertiya Netewi’’ ye. Ev pêkhate li ser malpera xwe bangawazî dike ku li dijî qaşo Şerê Aboriyê ku li dijî AKP hatiye kirin berxwe bidin. lê di bin vê navê de ji bo şerekê navxweyî an jî bertekên civakê li dijî AKP bi rê ya rêxistinbûna çekdarî bitepsînin.