Ji Hêzên Rizgariya Efrînê çalakiyên bibandor; 4 dagirker hate kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê li ser çalakiyên xwe yên li dijî artêş û çeteyên Tirk ên dagirker du çalakî pêk anîn daxuyaniyek da. Hate ragihandin, di encamê de 2 jê leşker herî kêm 4 dagirker hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Rizgariya Efrînê li ser çalakiyên xwe yên li dijî artêş û çeteyên Tirk ên dagirker du çalakî pêk anîn daxuyaniyek da. Hate ragihandin, di encamê de 2 jê leşker herî kêm 4 dagirker hatin kuştin.

Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê bi wî awayî ye;

Çalakiyên bi bandor yên şervanên me li Efînê û derdora wê li dijî dagirkeriya Tirk û komên çeteyan didomin. Di encama van çalakiyan de derbên giran li dagirkeran tê xistin. Di vê çarçoveyê de;

1- Şervanên me di dîroka 23’ê kanûnê de baregeheke çeteyên Feyleq El-Şam ya di navbera gundên Xezêwiyê û Bi’iyê ya girêdayî Efrînê ye hedef girtin û çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û hejmareke zêde ya çeteyan birîndar bûn. Her wiha erebeyek a çeteyan jî hat îmhakirin. Navên hin çeteyên ku hatin kuştin û birîndarkirin wiha ye; Cemal El Xalid ji Helebê ye, Mustafa El Ebdulah û Elî Ebo Ezab.

2- Me daxuyaniya xwe ya 21’ê kanûnê de diyarkiribû ku di dîroka 18’ê kanûnê de şervanên me di navbera gundê Gobelê û navenda navçeya Şera de li dijî baregeheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin û 6 leşker jî birîndarbûbûn. Hat zanîn ku leşkerekî birîndar jî miriye.

Nivîsa Pêş