Xwendekarên ODTU’yê li dijî qedexekirina çalaki û faliyetên di nav zaningehê de û astengkirina çalakiya 19 Kanunê de meşek ber bi Rektorîya Zaningehê li dar xistin.
ENQERE- Xwendekarên ODTU’yê li dijî qedexekirina çalaki û faliyetên di nav zaningehê de û astengkirina çalakiya 19 Kanunê de meşek ber bi Rektoriya Zaningehê li dar xistin.
Di dawiya meşê de Nûnerê xwendevanan Erkan Bal, li ber Rektoriyê daxuyaniya çapemeniyê xwend û got;” Rektoriya ODTUyê li nava zanîngehê rewşa awarte ilan kiriye. Sê çalakiya ku di nava zanîngehê de bihata kirin dixwazin qedexe bikin û wê rojê (19’ê Kanûnê) piştî seat 16.30’an şûnde deriyên hemû avahiyan qufilandin û gotin ku hemû wane û ezmûn hatine betalkirin.” Piştre berdewam kir û got;” di vê pêvajoyê de ji bo ku çalakî werin astengkirin avahî têne girtin û rektoriya ODTUyê di esasê xwe de cihê ku xwendevan kom dibin û xwe tînin ziman teng bikin, hedef digrin.”
Bal diyar kir ku, zanîngeh ewlehiya azadiya aqademik, nêvenga niqaşê û kargeriya demoqratîk a ku divê xwendevan jî tevlî bibin, ji aliyê rektoriya ODTU yê dîsa tune tê dîtin. Rektorî biryarên nava zanîngehê bi tenê serê xwe digre, viyana aqademîsyen, xwendevan û kedkaran tune dijmire.Bal wisa nirxand, nerîtên çê dibe, kursiyên ku xwendevanan xwe vedigotin tune kirin. Rektoriya ODTU yê xwe tenê biryar girtina sazgeriya zanîngehê dibîne, divê cî de dev ji van xeletiyan berde û xwestekên me yên jiyaniya herî bingeh, ji zû ve bersivên rastîxwaz bide. Divê biryarên bi kêyfa xwe girtiye jî di cî de betal bike.