Ji Ciwanên Şehba’yê li dijî hêşbirê du çalakî

Hemleya na ji madeyên hişbirê re bi dirûşmeya “hişbir berde jiyanê bernede” destpêkir.

ŞEHBA/BABINIS: Hemleya na ji madeyên hişbirê re yê bi dirûşmeya madeyên hişbir berde jiyanê bernede li şehbayê destpêkir.

Tevgera ciwanên şoreşger yên li şehbayê dest bi hemleyeke nû ya li dijî madeyên hişbir kirin, li lîstokgeha babinisê roja yekemîn ya vekirina hemleyê bû, bi sedan ciwanên Efrînî û şehbayê tevlî vê Hemleya bûn.

Vekirina panelê bi axaftina rêveberiya ciwanên şoreşger a şehbayê birêz tolhildan destpêkir, birêz tolhildan got : divê ciwan li hemberî madeyên hişbir îradeyeke mezin jiyan bike  û li hember kesên ku van tiştan di nava ciwanan de belav dikin bertekên hişk derxin holê.

Her wiha li ser navê asayîşa giştî birêz Reşîd bal kişand li ser xeteriya madeyên hişbir û sûc û cezayên wê yên emnî, her wekî din jî li ser navê yekîtiya rewşanbîran mamoste Ûseme anî ziman û got ku li gor civakeke weke vê civakê, civakekî li ser rêgezên exlaqî û polîtîk mezin bûye ne ji exlaqê vê civakê ye tiştên wisa di nava xwe de qebûl bike.

Ji aliyekî din ve jî hevserokê desteya werzîşê Mustefa Îsmaîl destpêkirina Hemleya na ji madeyên hişbirê re pîroz kir û got :  em wek ciwanên şoreşger divê li hemberî vê ferasetê seknekî radîka jiyan bikin.

Herî dawiyê jî dewreteke fotbalê bi navê biratiya gelan îro destpêfike

Maça yekemîn di navbera tîma (Çiya û Efrîn B) de, Efrîn B 9-2 bi ser ket

Maça duyemîn di navbera tîma (Şehba C û Berxwedan) de, Berxwedan 4-3 bi ser ket

Maça sêyemîn di navbera tîma (Şehba B û Rûdî) de, Şehba B 9-2 bi ser ket.

Bi siloganan ”serî hilde şer bike Efrînê rizgar bike” bidawî bû.

Nivîsa Pêş