Her roja ku derbas dibe tevî hemû zext, kuştin û çewisandinên hişmendiya serdest ku li ser her çarpaçeyên Kurdistanê tê meşandin, ciwan pêl bi pêl berê xwe didin warên azad
Êdî ti astengî pêşiya vê pêla beşdarbûnê nikare bigire. Ji ber ku pêşaroja jin, ciwan û civakê di çiyayên azad de diyar dibe. Xwe li çiyan têr, bi vîn, hêz û azad dibînin. Tevî ku hişmendiya serdest ji bo civakê ji cewherê wê derxine serî li her rêbazî dide jî, lê dîsa jî nikare ciwanan ji Çiyayên Kurdistanê qut bike. Ji ber ku çarenûsa pêşeroja xwe di çiyayên azad û felsefeya Mirovê azad de dibînin.
Ka binêrin, gelo hişmendiya ku îro li her derê ban dike û dibêje; “ êdî keçên 9 salî dikarin bizewicin” wê çawa civakek bi tendirust ava bike. Ma gelo ev ne civak ji civakbûna wê dûrxistin û kirina koleyê xwe ye. Ev hevoka ku mejiyê mirovan dicemîdine, di rastiya xwe de li hemberî serîrakira jin û ciwanan e. Ev hişmendiya civakê kor dike dixwaze civakek kole û li gorî dil û hişmendiya xwe ava bike. Ev hişmendî ji hemû aliyên xwe ve dijî mafê civakê ye. Derdê vê hişmendiyê tenê ew e ku civakê ji her tiştî dûr bêxe û bike ya xwe ye. Hişmendiyek ku di her warî de civakê tine dike ye.
Dema îro em li civaka heyî dinêrin, bi her awayî civak ber bi hilweşandinekê ve baz dide. Ji ber ku roj nîne agahiyên kuştinên, jin, ciwan û zarokan neyê. Ev jî nebese van agahiyan mîna ku tiştekî asayiye tê jiyîn didin nîşan. Ango meşrû dikin. Gelo ev hişmendiya pirsgirêk li ser pirsgirêkan di civakê de ava dike, ji bo pêşiya van bê girtin çi dikin, yan jî alternetîfa wê çi ye. bêguman tiştek nîne. Beruvajiyê wê her roj fuhuş, dizî, tacîz û kuştinan zêde dikin. Êdî hatiye wê astê ku saziya mirov jê re dibêjin malbat jî nemaye. Tenê kes rojên xwe bi hev re derbas dikin û rojana dijîn. Ev jî dihêle civak bê tinekirin. Civak di nav hişmendiyek yek zimanî, yek netewî ve difetise û şêlû diherike. Di nav vê şêlûbûnê de jî civak ji civakbûna xwe derdikeve û berê xwe dide kaosên herî mezin. Ji ber vê sedemê jî êdî kesayet ewlehiya xwe di vê civakê de nabîne û ji bo xwe deriyekê çareseriyê digere. Helbet ev deriyê çareseriyê jî felsefeya Rêber Apo ya ku ji bo hemû pirsgirêkên civakê çareseriya herî mezin û bi bandore wê vebike ye. Lê belê hêza kaptalîzmê ji bo van fikir û ramanên azad di nav civakan de belav nebin ji her çar aliyan ve kar dike. Civakê, bi taybet ciwanan bi tiştên vala mijûl dikin. Ji bo ciwan pêşeroja vê civakê ne, çi ji destê wan tê li ser ciwanan didin meşandin. Lê belê tevî van hemûyan jî ciwan ji bo xwe ji vê qirêjî û hişmendiya kaptalîzmê xelas bikin, li hemberî van kirêtiyên ku di nav civakê de tên kirin bibe bersiv, berê xwe didin çiyayên azad û hêza xwe nas dikin. Hêzek ku ji bo hemû pirsgirêkan re bibe bersiv di kesayeta xwe de ava dike û rastî çine nas dike. Îro ciwanan hemû sînorên zilmê, asîmlasyon û desthilatdariyê rakirine û xwe gihandinê fikrê azad. Xwe ji wê pergala kapatalîst a ku mirova dike hebûnek bê giyan xelas dikin û ber bi hêvîyên rojên azad ve dimeşin. Gavên ber bi çiyan ve gavên ber bi azadiya civak, netew, çand, ziman û kesayeta xwe ye.
Ger em niha lê binêrin, ne tenê berê ciwanên kurd li felsefe û çiyayên azadin. Ji ber ku felsefeya Rêber Apo ji bo tevahiya cîhanê hêza çareseriyê ye, îro ciwanên ji derveyî welat jî berê xwe didin vê jiyanê û pêşeroja xwe di vê felsefeyê de dibînin. Ev jî dide diyar kirin û felsefeya Rêber Apo ji bo tevahiya cîhanê deriyê azadiyê ye. Ger îro ciwanek nekurd berê xwe bide vê jiyanê, ev tê wê wateyê ku ev hêza fikir û ramanên Rêber Apo bûye fikrek navnetewî. ji ber ku êdî ciwan pergala heyî qebûl nakin û ji bo jiyana wî nabe bersiv. Ger ku di welatekî de ciwan di lêgerînên xwe de hêz xwe nebînin, pêşeroja xwe nebînin, hêza xwe nas nekin û xwe têr nebînin, lewma wê berê xwe bide civaka ku di aliyê fikir û hêz de wî têr bike ye. Tabî ev hêza ku bikare êdî xwe bi xwe bimeşe û pêşengiyê ji civaka xwe re bike hêza fikir û ramanên Rêber Apo ye. Êdî ciwanên ji her parçeyên Kurdistan û derveyî welat gihîştiye wê qanetê ku xelasbûna wan bi felsefe û çiyayên azad re derbas dibe. Ciwan ber bi dîrok, çand û mirovbûna xwe naskirinê ve dibezin. Meş her çi qas bi lez be, wê ew çendî zû hişmendiya yeknetewî hilweşe.
Kajîn Botan
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê