Di pêşengtiya DTK, HDP, DBP û TJA de ji bo deng bidin çalakiya greva birçîbûnê yê Leyla Guven çalakiya deng derxistin û çira girtinê hatibû destpêkirin. Îro di gelek cihan de gele Kûrd û dostên wan derketin kolanan û dest bi çalaki kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Di pêşengtiya DTK, HDP, DBP û TJA de ji bo deng bidin çalakiya greva birçîbûnê yê Leyla Guven çalakiya deng derxistin û çira girtinê hatibû destpêkirin. Îro di gelek cihan de gele Kûrd û dostên wan derketin kolanan û dest bi çalaki kirin.
Amed
Li navçeya Rêzan û di gelek taxên Amed’ê di pêşengtiya ciwan û jinan de gel derkete derve û bi deqeyan bi xistina beroşan çalakiya deng derxistinê kirin. Her wiha gelek welatî ji bo piştgirî bidin çalakvanan bi tililiyên xwe û çira tefandinê piştgirî dan.
Farqîn
Her wiha li Farqînê jî gel derket kolanan û dest bi çalaki kirin. Piştre polêsên dewleta dagirker hat û xwest mudaxaleya çalakvanan bikin. Çalakvanan gotin ku ev mafê me yê herî demokratik e. Piştê ku polêsên dagirker demekî li taxê man paş ve vekişiyan.
Yenîşehîr
Li navçeya Amed Yenîşehîr’ê jî çalakiya deng derxistinê hate kirin, Gelê Kurd li vir bi xurt tev lê çalakiyê bûn.
Mugla /Mîlas
Li navçeya Mugla yê Mîlas’ê gelê Kurd derket kolanan û piştgirî dan çalakiya Leyla Guven. Ciwan û jinÊn Kurdistanî bi tililî û beroş xistinê destbi çalakiyê kirin. Her wiha gelek welatî jî bi çira tefandinê piştgirî dan çalakvanan. Gel bi deng derxistinê xwe dest bi meşê kir lê polêsên dewleta faşîst mudaxaleya çalakvanan kir û gef li gel xwar. Polêsan Hevserokên HDP yên Mîlasê bi gotinên ‘’ Ev li gel we wê nemine, hûn ê bibinin.’’ Tehd^’ît kir. Piştê demekê çalakvanan çalakiya îşevê dawî kirin.
Kocaelî/Gebze
Li navçeya Gebze yê Kocaelî jî gel di pêşengtiya ciwanan de derketin kolanan. Bi lêdana beroşan deng derxistin, fîtik û tîliliyan piştgirî dan çalakiya Leyla Guven. Her wiha ciwanan diruşma ‘’Leyla Guven rumeta me ye’’ berz kirin.