Wezaretiya Veguhastinê, ji bo ku nexşeya Kurdistanê li ser malpera Google’ê were rakirin, serî li Google dane. Google, ji nexşeyên xwe re Kurdistanê jî lê zêde kiribû.
NAVENDA NÛÇEYAN- Wezaretiya Veguhastinê, ji bo ku nexşeya Kurdistanê li ser malpera Google’ê were rakirin, serî li Google dane. Google, ji nexşeyên xwe re Kurdistanê jî lê zêde kiribû.
Wezîr got ku; “ ji aliyê rêveberiya Serokatiya BTK’ê ve me bi nûnerên Google’ê, ji bo ku nexşeya Kurdistanê were rakirin, hevdîtin pêk aniye û him prosedûrên neteweyî him jî navneteweyî ji wan re hatine vegotin. Em şopdarê pêşketinê vê mijarê ne.”
Yavuz Agiralioglu, di 26’ê Cotmehê de li meclîsê pêşniyarnameyek daye û di derbarê pêşniyarnameyê de jî wiha axivî;” Google ê ku malpera wî li cîhanê herî zêde tê bikaranîn, di nexşeyên wî ya malpera Îngîlîzî de di rêza yekemîn de peyva “Kurdistan” derbas dibe û dema tu bikevî vê gehînekê jî di nava nexşeya Kurdistanê de niviya Tirkiyeyê jî heye. Di nexşeyê de hin bajarên me weke Erdexan, Sêwaz, Xetay û Colêmerg mîna bajarên Kurdistanê nîşan dane.”