Komîteya Navendî ya TKEP/Lenînîst; ”Em nehêlin ku dewleta faşîst, desthilata dînparêz li gel emperyalîstan Rojava bike gola xwînê.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Komîteya Navendî ya TKEP/Lenînîst bi daxuyaniyeke nivîskî got, dewleta Tirk a faşîst li dijî gelên Rojava bi asta herî bilind ragihandiye ku ew dibe ku dest bi tevgera şer û dagirkirinê bikin, dewleta faşîst ku duh Cerablûs, Bab û Efrîn dagri kirî, niha hewl dide ku deverên dî yên Rojava dagir bike û di serî de li dijî gelê Kurd, xwe hazir dike li dijî gemû çînên kedkar û gelên Rojava mirinê bîne û got, ”Faşîzm şer e, berbelavbûn e, dagirkerî ye. Dewleta faşîst û desthilata faşîst a dînparêz nema hewceyî pê dibîne ku vê armanca xwe veşêre jî. Êrîşe dibe ser Başûrê Kurdistanê, ser Bakurê Kurdistanê, şer û tevgera dagirkirinê ya li dijî gelên Rojava berfireh dike.”
TKEP/Lenînîst bang li kedkaran û gelan kir û got, ”Berjewendiya we ya rastîn ew e ku bi gelên kedkar ên Rojava re li dijî faşîzmê, kapîtalîzmê û emperyalîzmê bi hev re têbikoşin. Berjewendiya we di wê de ye ku Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê demokratîk bikin, Rojhilata Navîn demokratîk bikin li dijî her cure zext û zordarî, mêtingeriyê û koledarê şoreşa demokratîk a yekbûyî ava bikin.”
TKEP/Lenîst bi berdewamî got, Ji bo azadiyê, ji bo xilasbûna ji vê desthilatê û dewletê ji şoreşê pê ve rêyeke dî tine û got, ”Em nehêlin ku dewleta faşîst, desthilata dînparêz li gel emperyalîstan Rojava bike gola xwînê. Dema wê ye ji bo ku em dewleta faşîst û desthilata faşîst a dînparêz bi şoreşê hilweşînin, rabin ser piyan.”