Li Hecîn’ê herî kêm 100 çeteyên dewleta dagirker hate kuştin

QSD’ê rêyên sereke yên çeteyên DAIŞ’ê li eniyên Sûsê, Şaafa û Bahoz qutkirin. Di şer û pevçûnên duh di navbera çeteyên DAIŞ’ê û şervanên QSD’ê  qewimîn de 3 erebeyên çeteyan hatin îmhakirin.

DÊREZOR- Pêngava dawî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li Dêrezorê ku bi navê “Şerê Tinekirina Terorê” di 11’ê Îlona 2018’an ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hatibû destpêkirin, bi biryar berdewam dike.

Li gor agahiyên ku çavkaniyek leşkeri dayî, QSD’ê rêyên sereke yên çeteyên DAIŞ’ê li eniyên Sûsê, Şaafa û Bahoz qutkirin. Di şer û pevçûnên duh di navbera çeteyên DAIŞ’ê û şervanên QSD’ê  qewimîn de 3 erebeyên çeteyan hatin îmhakirin. Gelek baregeh hatin ruxandin û di nava wan cihan de nuqteyên ku doçka lê heyî jî hebûn. Her wiha gelek baregehên din jî hatin ruxandin. Di nava wan baregehan de nuqteyek kordîneyê û depoyek cepxanê jî hene.

Çavkanî diyar kir ku di şerên qewimîn de herî kêm 100 çete hatine kuştin.

Nivîsa Pêş