Li Sîlopî, duh di serdegirtina malê de Necmettîn Ormanli û kurê wî Îzzettîn Ormanli yên hatin binçavkirin, hatin girtin.
ŞIRNEX – Li Sîlopî, duh di serdegirtina malê de Necmettîn Ormanli û kurê wî Îzzettîn Ormanli yên hatin binçavkirin, hatin girtin.
Li Taxa Cûdî ya navçeya Sîlopî ya Şirnexê, Necmettîn Ormanli û kurê wî Îzzettîn Ormanli duh di serdegirtina malê de hatin binçavkirin. Necmettîn Ormanli û kurê wî Îzzettîn Ormanli yên li Midûriyeta Polîsan îfade dan, sewqî dozger hatin kirin. Dozger bi daxwaza girtinê bav û kurê wî sewqî dadgehê kirin û hatin girtin.
2 kesên şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, hinceta girtina wan nehat zanîn.