Dewleta Tirk, gelek komkujî li ser Kurdan pêk anî. Yek jî ji van; Komkujiya Roboskî ye. Roboskî ( Bi navê Tirkî Ortasu ) girêdayî navçeya Qilebanê ya Şirnexê ye. Di şeva 28’ê Kanûna 2011’an de, ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyeyê ve li ser zarok û ciwanên Roboskiyê bombe hat barandin.
Di şeva 28’ê Kanûna 2011’an de, li gor seata Amedê di navbera 21.37-22.34’an de balafirên şer ên Tirkiyeyê li Roboskiyê komkujiyek mezin pêk anî. Di vê şevê de 4 bomberan pêk hatin û di encamên bombebaranê de jî 17 jê zarok 34 ciwanên Kurd hatibûn qetilkirin. Ji vê bombebaranê tenê Servet Encu bi brîndarî xelas bûbû. Dewlet, her çiqasî ewilï “ew, mîlîtanên PKKî ne “ gotibe jî, dawiya dawî mecbûr ma û got “ ên ku hatine qetilkirin Kurdên sivîl in “
Di çapameniya cîhanê de jî ev komkujî cihê xwe girt; The Wall Street Journal bi sernivîsa “ Êrîşa hewayî ya Tirkan li Kurdan xistin.”, Le Monde bi ser nivîsa “ Hêzên Hewayî ya Tirkiye li gundê Kurdan bombebaran kirin û 35 Kurd kuştin” û hwd. hat serwîskirin. Lê di derbarê vê komkujiyê de çapemeniya Tirk mîna her carî dîsa lal û ker man.
Ev bûyer, hê jî ne zelal e û faîlên bûyerê jï ne diyar in. Her ku çiqas “ me îstîxbarat ji Amerîkayê girtiye” gotibin jî piştre ev derewandin. Lê bes tê zanîn ku ev êrîş bi talîmata Serfermandarê Bîryargehiya wê demê Necdet Ozel û bi destûra Erdogan ve hatiye kirin.
Di 3’ê Çileya 2012’an de Cîgirê Serokwezîrê wê demê Bulent Arinc got ku “ lêborînxwestina fermî şaş e, em rast nabînin, lê belê ji malbatan re tezmînat wê were dayînê”. Malbat jî, di meha Sibata 2012’an de tezmînata ku ji aliyê Serokwezîriyê ve dihate dayîn ( ser kesekî 123 hezar TL, temamî 4 mîlyon 180 hezar TL) qebûl nekirin û vê weke “ berdela xwînê û bêdengkirinê” dîtin e û ji ber wê jî nepêjirandine.
Komîsyona Mafên Mirovan ya Meclîsa Tirkan jî wê demê raporek 84 rûpelî pêşkeş kirin û di raporê de jî gotin “ ev bûyer, bi qesdî çênebûye.” Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî lêpirsînek vekiribû û di meha Hezîrana 2013’an de bîryar da û got “ ji bo ku ev ne peywira me ye” doz şandin Dozgeriya Leşkeriyê ya Bîryargehê. Dozgeriya Leşkerî jî di meha Çileya 2014’an de bîryar da û got “ 5 leşkerên ku navên wan di nava dozê de derbas dibin, peywirên ku dane wan bi cih anîne û di dema hewcehiya peywirê pêkanînê de jî ketine xeletiyê. Lê belê di derbarê vê bûyerê de sedem nîne ku doz were vekirin”.
Malbat, ji vê bîryarê nerazî bûn û di meha Tirmeha 2014’an de doz birin Dadgeha Bingehînê. Dadgeha Bingehîn jî, bi hinceta “wekaletnameyên 3 parêzêran kêm in” û her wiha belgeyên ku hatibûn xwestin jî 2 roj dereng hatine doz red kirin.
Bi vî awayî dewlet him komkujî pêk anî, him jî nehişt ku malbat mafên xwe bigerin. Ji ber wê jî malbat doz birin Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê. Dadgeha Ewropayê jî di 17’ê Gulana 2018’an de hevparê vê komkujiyê bû û mîna Dadgeha Bingehîn bi heman hincetan doz red kirin.
Velî Encu, vê pêvajoyê bi kurtasî wisa tîne ziman;” Serokomar Erdogan û hikûmeta AKPê di doza Roboskiyê de gelek zextî û destlêwerdanê çêkirin, em dizanin. Ji ber ku sûcdar in wisa tevgeriyane”.
Li dewsa sûcdaran ji malbat û xizmên mexdûran re gelek doz hatine vekirin. Ev jî bersiva “ li Tirkiyey’ê Kurdbûn çiye?” ye.