Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku bi daxwaza rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dayî destpêkirin di roja 49’an de didome. Grevên birçîbûnê belavî hemû girtîgehan bû.
NAVENDA NÛÇEYAN- Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku bi daxwaza rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dayî destpêkirin di roja 49’an de didome. Grevên birçîbûnê belavî hemû girtîgehan bû.
Girtigeha Dûzce Tîpa T
Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê girtiyên siyasî Mehmet Erbey û Suleyman Benzer bi daxwaza rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.
Girtigeha Sîncan’ê a Jinan
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê 3 girtiyên jin ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û azad dibe ragihandin ku wan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine.
Girtiyên jin Suheyla Taş, Zelîha Ustabaş û Salîha Taşkesen gotin heta ku tecrîd rabe ew ê çalakiya xwe bidomînin.
Greva birçîbûnê ya 10 rojî ya bêdawî û bêdorveger a ku girtiyên PKK’ê û PAJK’ê li Girîgeha Sîncanê 27’ê Mijdarê dabûne destpêkirin kete roja 30’î.
Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Bûrhaniye
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Bûrhaniye ya Balikesîrê, Fîgen Şahîn a beriya niha êşkence lê hate kirin, tevî Emîne Kiliç, Gulîstan Tekîn û Çîgdem Şakar 6 roj in di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.
Şahîn bi rêya telefonê bi xwişka xwe Nîrgul Tûrhal re axivî û jê re qala çalakiya xwe kir. Şahîn diyar kir, heta ku encamê bigirin wê çalakiya xwe bidomînin.
Tîpa F ya 1 û 2 yên Kiriklarê, Tîpa T ya Hejmar 2 ya Şakranê
Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehên Şakran a Jinan, Tîpa F ya 1 û 2 yên Kiriklarê, Tîpa T ya Hejmar 2 ya Şakranê 13 girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirin.
Navê girtiyên dest bi greva birçîbûnê kirin e wiha ne:
* Girtîeha Jimara 1’an a Tîpa F ya Kiriklarê: Abdullah Oral, Erdal Polat, Samî Ozturk.
* Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa F ya Kiriklarê: Halîs Daghan, Ozan Alpkaya.
* Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa T ya Şakranê: Mehmet Durak, Nîhat Ekmez, Yakup Guneş, Tanju Yildirim, Ramazan Atabay.
* Girtîgeha Jinan a Şakranê: Rahşan Aydin, Gulten Akgul, Ebru Guden.