Li Girtigeha Xarpêt’ê 3 xwendekarên ku di nav wan de endamê SGDF Cengîz Fîdan jî hebû rastê îşkenceya gardiyanan hatin.
XARPÊT- 3 Xwendekarên ku tev lê meşa bîranîna xwendekara Şerdil Cengîz yê ku li Zaningeha Munzur’ê dixwend û di dîroka 14 Kanuna 2015 de li protestokirina qedexeya derketina derve yê Sur’ê de hat qetilkirin hatibûn girtin birin girtigeha Xarpêt’ê. Di dema ketina girtigehê de gardiyanan êrîşê xwendekaran kirin û îşkence li wan kirin.
Xwendekarên ku niha jî li girtigeha Xarpêt di Tîpa F de dimînin piştê îşkenceyê 3 xwendekar birin hûcreya yekkesî.