Ciwanên Welatparêz yên bajarê Bokan yê Rojhilatê Kurdistanê bang li ciwanan û hemû civakê kirin daku berxwedana her demî destpê bikin. Ciwanan piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyên greva birçîbunê jî anîn ziman.
NAVENDA NÛÇEYAN- Komîteya Ciwanên Welatparêz ya şehîd Akîf a li bajarê Bokan ya Rojhilatê Kurdistanê, bi daxuyaniyek nivîskî piştgiriya xwe ji bo çalakiyên greva birçîbunê anî ziman. Ciwanan di daxuyaniya xwe de bang li ciwanên Rojhilatê Kurdistanê kirin daku ji bo paşerojek azad û demokratîk têkoşîna xwe bilind bikin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em weke Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo çalakiya greva birçîbunê ya Leyal Guven û hemu çalakvanên din dikin. Em carek din piştgiriya xwe ji bo xebat û têkoşîna her çar parçeyên Kurdistanê radigihînin. Em di demek dîrokî de derbaz dibin, şerek mezin li ser gelê me tê meşandin. Erkê hemû ciwanan ewe ku cihê xwe divê berxwedana dîrokî de bigre.
Bila hemû kes baş bizane berxwedana azad ya gelê Kurd, ji îradeya gel tê. Ev berxwedan ispat kiriye ku ti hêzek nikare ji bo gihiştina azadiyê pêşiya Kurdan bigre.”