DKP/BOG: ”Kujera Roboskî Metîngeriya Tirkiye ye”

Partiya Komunaran a Şoreşger û Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (DKP/BOG) bi wesîleya salvegera komkujiya Roboskî daxuyanî da.

NAVENDA NÛÇEYAN- DKP/BOG’ê daxuyaniyeke nivîskî da û bi bîr xist ku beriya niha bi 7 salan, 28’ê Kanûna 2011’an bi balafirên şer ên dewleta Tirk a mêtinger li gundê Roboskiyê 34 kedkarên Kurd hatin kuştin.

Hate ragihandin, ev komkujî encama nêzîkatiya dewleta Tirk a li gelê Kurd e û hate gotin, “Di bingeha vê nêrîn û nêzîkatiyê de înkar û komkujî heye.

Di nava 7 salên bihurî de malbatên Roboskî li kolanan, li ber deriyê dadgehan, li ber Meclîsê li edaletê geriyan. Lê belê dewleta mêtinger li şûna lêpirsîna li berpirsyaran, malbatên Roboskî kir hedefa xwe. Parlamenterê berê yê HDP’ê Ferhat Encu ku di komkujiyê de gelek xizmên wî hatin kuştin, dîl hate girtin. Daxwaza edaletê nayê dîtin û siyaseta înkar û komkujiyê roj bi roj girantir dibe.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku desthilatdariya AKP’ê li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê li dijî gelê Kurd bi rêk û pêk siyaseta komkujî û înkarê dimeşîne û ji bo fetisandina Şoreşa Rojava bi çeteyên kuştinê yên selefî re amadekariyên operasyoneke leşkerî dike.

Di daxuyaniyê de bomberdûmana li Herêmên Parastinê yên Medyayê, operasyonên leşkerî û qirkirina siyasî yên li Bakurê Kurdistanê, dijminatiya li şoreşa Rojava û herî dawî êrîşa nîjadperestî ya li Sakaryayê ku Kurdek ji ber Kurdbûnê hate kuştin, hatin bibîrxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Eger komkujiya Roboskî bê lêkolîn, wê di bin de dewlet bê dîtin. Ji ber ku polîtîkayên mêtingeriyê û polîtîkayên komkujiyê bi hevahengiyê tên meşandin, berpirsyarên vê komkujiyê nayên darizandin.

Li hemberî êrîşên komkujiyê hemûyan, em bi têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd re ne.”

Nivîsa Pêş