Dewleta Tirk li gel qetlîama Roboskî dev ji Roboskiyan bernade. Ji Ciwanê bi navê Faruk Encu re ji ber hinceta parvekirinên xwe yên Medyaya Civakî lêpirsîn hate vekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirk ku 28’ê Kanûna 2011’an li Roboskî komkujî kir, hîn jî dozê li gundiyên Roboskî vedike.
Serdozgeriya Komarê ya Qilabanê, ji ber parvekirinên li medya civakî îdîa kir ku Farûk Encu sûcên “Pesindayina sûc û sûcdar”, “Hêrs û dijminatî xistiye nava gel” kiriye û lêpirsîn lê vekir. Gilînameya li ser vê yekê pêşkêşî Dadgeha Ceza ya Asliye ya Qilabanê hate kirin.
Dadgehê jî gilîname radestî 2. Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê kir û 24’ê Kanûnê gilîname qebûl kir.