QSD; ”Di 24 seatên dawî de 71 çeteyên Tirk hate kuştin”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamên şerê 24 saetên dawîn li baregehên dawîn ên çeteyên DAIŞ`ê li Dêrazorê eşkere kir.

NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamên şerê 24 saetên dawîn li baregehên dawîn ên çeteyên DAIŞ`ê li Dêrazorê eşkere kir.

Daxuyaniya navendê wiha ye:

“Li bajarê Hecînê û derdora wê di saetên sibê de di navbera şervanên me û çeteyên DAIŞ`ê de şerên giran rû dan. Şer çend saetan dewam kir. Di encama wê de hejmarek ji çeteyan birîndar bûn û hatin kuştin. Gelek ji wan jî reviyan. Hêzên li herêmê yekser dest bi operasyonê kir. Gelek cebilxane û kel û pelên leşkerî ketin dîtin.

Pişî şerê di navbera şervanên me û terorîstan de, gelek terorîst hatin kuştin û cenazeyên gelek çeteyan ketin destê şervanan. Şervanên me li heman eniyê bi awayekî bebiçav pêşde çûn. Rêxistina terorîst nuqteyên şervanan topbaran kirin. Lê di encama wê de tu ziyan çênebûn. Di dema ku şervanên me pêşde diçûn de gelek çek û cebilxane dîtin.

Ji aliyekî din li heman eniyê şer di navbera şervanên me û terorîstan de derket. Di encama wê de hejmarek ji terorîstan hatin kuştin. Şervanên me kîlometreyekê bi pêş de çûn. 14 nuqteyên nû ava kirin. Rêxistina terorîst êrîşî nuqteyên şervanên me kir. Şervanan jî bersiva êrîşan da. Di encama wê de şer derket û bi dehan terorîst birîndar bûn û hatin kuştin.

Her wiha li heman eniyê şerê dijwar di navbera şervanên me û terorîstan de derket. Di encama wê de hejmareke mezin ji terorîstan hatin kuştin û birîndar bûn. Şervanên me bi pêş de çûn. 12 nuqteyên nû ava kirin. Gelek çek û cebilxane kete destê şervanan. Her wiha di saetên sibê de terorîstan hewl da êrîşî nuqteyên şervanan bikin lê şervanan bersiva êrîşan da. Di encamê de gelek zirar gihaşt terorîstan û hejmarek ji terorîstan hatin kuştin û terorîst bi paş de vekişiyan.

Ji aliyekî din ve di navbera şervanên QSD`ê û terorîstên DAIŞ`ê de şerekî dijwar rû da. Di encama wê de gelek çete hatin kuştin. Şervanên me kîlometreyekê bi pêş de çûn. 17 nuqteyên din ava kirin. Her wiha tîmên taybet ên rakirina mayinan ên girêdayî hêzên me hejmareke ji mayinên ku ji aliyê rêxistina terorîst ve hatibûn bicihkirin, rakirin. Balafirên koalîsyonê jî baregehên terorîstan kirin hedef.

Di saetên sibehê de terorîstên DAIŞ`ê êrîşî noqteyên hêzên me kir, lê şervanên me bersiv da û di nava refên wan de kuştî û birîndar çêbûn, terorîstan balafirên keşfê ‘Dron’ bi kar anîn lê şervanan anîn xwarê.

Li aliyekî din, şervanan êrîşî hin noqteyên terorîstan kir û hin noqte girtin.

Li eniyeke din rêxistina terorîst êrîşeke mezin, bi gelek erebeyan û çekên giran li ser cihên hêzên me kirin û şerekî dijwar rû da, gelek çeteyên terorîst hatin kutin û termê hin ji wan ketin destê şervanan, gelek alavên wan hatin teqandin. Her wiha balafira Koalîsyonê Navneteweyî gelek êrîşên ezmanî li ser cihên terorîstan pêk anîn û cihên wan hatin rûxandin.

Encamên dawîn ên şer

– 71 terorîst hatin kuştin.

– Roketeke RPG`ê, 3 hewanavêj, hejmareke mezin ji roketên hewanê, gelek çekên kalaşnîkof û laptopek.

– 74 baregehên terorîstan hatin rûxandin, 10 rêyên leşkerî ku terorîstan ji xwe re bi kar dianîn, hatin qutkirin. Rawestgeheke ku keştiyên terorîstan lê disekinîn hate rûxandin, 8 erebeyên bombebarkirî hatin teqandin, du baregehên doçka hatin rûxandin, 3 baregehên çekên giran hatin rûxandin û 6 tunel hatin rûxandin.

– Balafirên koalîsyonê 104 derbe pêk anîn.

Nivîsa Pêş