Ciwanên Kurd Yekitiya xwe îlan kirin

Koordînasyona Ciwanên Kurd îro li bajarê Qamişlo li taxa Enteriyê saet di 12.00’an de li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi 17 partî û 5 rêxistinên ciwanan re yekitiya xwe ragihand û  bi dirûşmeya “Ji bo komkujiyên li ser gelê Kurd dubare nebin û ji bo netewe û kurdayetiya me” meşiyan.

QAMIŞLO- Koordînasyona Ciwanên Kurd îro li bajarê Qamişlo li taxa Enteriyê saet di 12.00’an de li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi 17 partî û 5 rêxistinên ciwanan re yekitiya xwe ragihand û  bi dirûşmeya “Ji bo komkujiyên li ser gelê Kurd dubare nebin û ji bo netewe û kurdayetiya me” meşiyan.

Bi sedan ciwan ji bo yekitiya ciwanên Kurd li taxa Enteriyê kom bûn. Ciwanan alên partiyan, nivîsên “Ciwanên Kurd bi yekitiya xwe dagirkeriya Tirk we parçe bikin”, “Yekitiya civanên Kurd mîsogeriya azadiya Kurdistanê ye”, “Kurdino bibin yek, heger hûn nebin yek hûn e herin yek bi yek” hilgirtin.

Ciwanan di destpêka meşê de yekitiya 17 partî û 5 rêxistinên ciwanan bi daxuyaniyekê ragihand.

‘Bi yekitiyê dagirkeriyê parçe bikin’

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker bi komployeke mezin dixwaze hemû destkeftiyên gelê me tune bike. Em li vir xwedî vîn, dîrok û hêz in. Kes nikare bi gefên dagirkeriyê me bitirsîne. Dijminên gelê Kurd bi armanca parçekirina hêza gelê Kurd, Kurdistan kir 4 parçe. Îro jî dixwazin Kurdistan nebe yek. Neyekbûna Kurdistanê ji neyaran re her tim bûye sûd. Em jî bang dikin ku bi rihê gel ê şoreşgerî bi ser bikevin. Bi yekitiya ciwanên Kurd dagirkeriyê parçe bikin û azadiya Kurdistanê mîsoger bikin.”

Piştî daxuyaniyê ciwan heya Çerxerêya Sonî meşiyan.

Koordînasyona Ciwanên Kurd diyar kir ku di çarçoveya yekitiya ciwanên Kurd de bang li ciwanên ENKS, Pêşverû û Wexdeyê hate kir lê tu bersiv nehat dayîn.

Nivîsa Pêş