Îro li başurê Fransayê li bajarê Marsilya Kurdistaniyên welatparêz meş û mitingekî li dar xistin.
MARSÎLYA- Îro li başurê Fransayê li bajarê Marsilya Kurdistaniyên welatparêz meş û mitingekî li dar xistin. Meşa Kurdistaniyên ên Draginyan, Montpilier, Marignan û Marsilya’yê di seat 14:00 de destpê kir. Di çalakiyê de pankartên li ser tecride Rêber Apo bal dikşîne û Piştgirî dide Leyla Guven hat rakirin. Meşvanan ji bo CPT erka xwe pêk bîne pankartekî jî hildan. Di meşê de çalakvanên greva birçîbûnê di herî pêş de cihê xwe girtin. Dim eş de her tim diruşmên ‘’Bijî Serok APO’’, ‘’Katîl Erdogan’’ û ‘’Her der rojava her der berxwedan’’ hate berz kirin. Çalakvanên ku di kolanên Canabier’ê meşiyan û gihiştin qada Vieux Port li wir mîtingek pêkanîtin. Piştê rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê daxuyaniyeke Fransî hate xwendin. Li ser navê Ciwanên Şoreşger Yusuf Agirî axaftinek kir. Agirî got; ‘’Pêwîste herkes di derheqa pêvajoyê de hestiyar be. Em vê pêvajoya ku li ser Rêber Apo tê ferzkirin nikarin qebul bikin. Em ji vir banga ji ciwanên Kurdistan’ê re bang dikin. Roj roja di refên berxwedanê de cih girtinê ye.’’ Pişte Agirî Azad Şirnex’î axivî û got; ‘’Rojên berxwedanên di benda me de ye. Rojava projeya Serok Apo ye. Niha dixwazin vê projeyê bifetisînin. Tecrîd ji bo vê ye. Bila herkes vê ya baş bizanibe kî hesaban bike bizanibe em ê têk necin. Em amedene kul i her dere berxwe bidin.’’
Meş bi dirûşmên ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Bijî Berxwedana Rojava’’ dawî bû.