Tevgera ciwanên şoreşger ên sûrye yê li bajarokê Til Hemîs civîna xwe ya ji bo rêxistinkirina ciwanên Til Hemîs’ê li darxistin.
TIL HEMÎS – Bi armanca rêxistinkirina ciwanan û girîngiya rola ciwanan di pêvajoya heyî de Tevgera Ciwanên Şoreşger civînek xwe li darxist .
Civîn li navenda çand û huner de û bi tevlîbûna bi dehan ciwanên şoreşger û bi tevlîbûna Koordînasyona giştî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger Harûn Apoyî ve pêkhat.
Di destpêkê de bi deqeyekî rêzgirtina li ser rihê şehîdê şoreşê civîn destpê kir . Piştre semînerek ji aliyê Harûn Apoyî ve hate dayîn.
Di semînerê de wiha hate diyar kirin : ”Em îro li bakûr û rojhilatê Sûriyê de pêşwaziyê sala nû dikin. Me di vê salê de gelek bûyer derbas kir, lê tiştek heye em pir jê dûrin. Ewe ku em nizanin di sala nû de nizanin çi li benda meye û çi çê bibe .
Di sala 1918 an de bi dawîbûna şerê cîhanî ya yekemin bû. Di van rojan de em ê sedsala li ser binketina dewleta Osmaniya derbas bikin û oxir bikin.”
Her wiha Apoıyî da xuya kirin girîngiya ciwanan a di rêxistinkirina civakê de û got : ”Ciwan bingeha civakê ne, ew in yê dikarin rihê berxwedanê û şoreşê nû bikin. Û pêwîste hemû komployên ku rêya wan ya ber bi azadiyê ve asteng dike bin bixin.”
Di dawiya axavtina xwe de spasiya hemû ciwanên ku beşdarî semînerê bûn kir.
Civîn bi denge sloganên ciwanan “Bijî serok APO ” û ” Bijî Şoreşa Rojava” bi dawî bû.