Beriya li dar xistina şahiya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê polîsên dagirker nîvê şevê bi ser avahiya rêxistina HPD’a Sûrê de girt. Polîsan lêgerîn pêk anî û li hundir şopa tiliyan girtin.
AMED- Beriya li dar xistina şahiya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê polîsên dagirker nîvê şevê bi ser avahiya rêxistina HPD’a Sûrê de girt. Polîsan lêgerîn pêk anî û li hundir şopa tiliyan girtin.
Polîsan saet li 01.00’an ê şevê bi ser avahiya rêxistina HDP’ê ya navçeya Sûra Amedê de girt. Serdegirtin beriya şahiya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê dê li avahiyê li dar bixistina pêk hat. Polîsan deriyên avahiyê şikand ketin hundir û lêgerîn pêk anîn. Polîsan hundir serûbin kirin. Hat zanîn ku polîsan li hundir şopa tiliyan girtiye.
Hat zanîn ku polîsan posterê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û kovara Jîneolojiyê desteser kirin e. Hevseroka Rêxistina HDP’a Sûrê Sevîm Çoşkun da zanîn ku polîs bêyî agahiya wan avêtine ser avahiya wan û lêgerîna pêk hatiye jî li dijî hiqûqê ye.