Li Minbîç’ê Yekitiya Jinên Ciwan li dijî êrîşên dewleta Tirk yê dagirker çalakiyekî protestoyê li dar xistin.
MÎNBÎÇ– Endamên Yekitiya Jinên Ciwan li navenda Mînbîç’ê di çaraçoveya pêngava Serî Hilde de kom bûn û li dijî gefên êrîşa Erdogan’ê Faşist daxuyaniyek dan. Ciwanan got ku; ‘’ Em ê axa xwe bernadin.’’
Yekitiya Jinên Ciwan ê ku di çarçoveya pêngava Serî Hilde de hatin li gel hev û bi diruşma ‘’Serî Hilde, Berxwe Bide, Faşizmê Biruxine’’ daxuyaniyek xwendin. Jinên Ciwan gotin ku pêwîste hemû jinên ciwan tev lê vê berxwedanê bibin.