Endamên Federasyona Komalayên Ciwanên Sosyalîst(SGDF)’ê serlêdana karkerên ku ev 20 roje li ber ÎZBAN’ê ji bo şertên wan ê kar were başkirin di berxwedanê de ne kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Endamên Federasyona Komalayên Ciwanên Sosyalîst(SGDF)’ê û OGK serlêdana karkerên ku ev 20 roje li ber ÎZBAN’ê ji bo şertên wan ê kar were başkirin di berxwedanê de ne kirin.
Ciwanan cihê ku berxwedan dewam dike li Rawestgeha Alsancak’ê pankartê xwe daliqandin, bi karkeran re sohbet kirin û hestên xwe yên Piştgîriyê anîtin ziman.
Di serlêdanê de endamê SGDF û OGK’ê Alev Ozkîraz got ku ew ê bedela krîzê nedin. Piştre karkerên berxwedanê ji endamên SGDF û OGK’ê re spasiya xwe kirin.