Ciwanên Welatparêz yên Herêma Kerkûkê, bi dirûşmeya ‘Emê tecrîdê hilweşênin, yekitiyê bi parêzin û Kurdistanê azad bikin’ li bajarê Kerkûk yekemîn konferansa xwe lidarxistin.
KERKÛK- Ciwanên Welatparêz yên Herêma Kerkûkê, bi dirûşmeya ‘Emê tecrîdê hilweşênin, yekitiyê bi parêzin û Kurdistanê azad bikin’ li bajarê Kerkûk yekemîn konferansa xwe lidarxistin.
Di destpêka konferansê de rapora kar û xebatên Ciwanên Welatparêz yên Herêma Kerkûkê hat xwendin. Piştre hevserokê Tevgera Azadî yê herêma Kerkûkê Komel Serhed axivî.
Piştî axaftinan nêrîn û perspektîfên Rêberê Gelan Abdulah Ocalan yên li ser ciwanan hatin xwendin. Piştî wê jî sînevîzyonek li ser kar û xebatên ciwanan yên herêma Kerkûkê hat nîşandan. Konferans bi guftugoyên li ser pirsgirêkên ciwanan dom dike.