Meclîsa Ciwanan yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Amed’ê li navçeya Sur’ê meclîsa xwe ya Sur’ê îlan kir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Meclîsa Ciwanan yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Amed’ê li navçeya Sur’ê meclîsa xwe ya Sur’ê îlan kir. Li gel bi dehan ciwanan Rêxistina Navçeya Sur’ê ê HDP, Parlamenter Dersîm Dag, Salîha Aydenîz û Remziye Tosun tev lê bû. Şahiya ciwanan bi diruşmên ‘’Zextan me nikarê têk bibe’’, ‘’Girtiyên Siyasî Rumeta me ye’’, ‘’Bijî Serok APO’’ û bi govendan destpê kir.
Şahî bi axaftina Berdevkê Ciwanan Caanan Orug ve berdewam kir. Orug bal kişand rol û misyona ciwanan û çawa pergal diwaze ciwanan ji vê rêxistinbûnê dur bixe. Hate gotin pergal dixwaze bi şerê taybet, bi polîtikayên qirkirinê, bi tiryak û fihûşê ciwanan ji rastiya xwe dûr bixe.
Orug di axaftinê xwe de got ku pergal nikare bi zextan vîna gel radest bigire û em dibêjin ‘’Berxwedan jiyane.’’
Şahî bi îlankirina meclîsa ciwanan yê Sur’ê, temaşekirina Sînevîzyonê, guhdarkirina Dengbêjan û Bi erbaneyê ve govend gerandinê dawî bû