Konferansa Ciwanên Welatparêz yên Herêma Kerkûkê bi dawî bû. Di dawiya konferansê de endamên desteya rêveberiya ciwanên Kerkûkê hatin hilbijartin.
KERKÛK- Konferansa Ciwanên Welatparêz yên Herêma Kerkûkê bi dawî bû. Di dawiya konferansê de endamên desteya rêveberiya ciwanên Kerkûkê hatin hilbijartin.
Ciwanên Welatparêz yên herêma Kerkûkê bi dirûşmeya ‘Emê tecrîdê hilweşênin, yekitiyê bi parêzin û Kurdistanê azad bikin’ yekemîn konferansa xwe li Kerkûkê lidarxistin. Konferans bi hilbijartina endamên desteya rêveberiya Kerkûkê bi dawî bû.
Di konferansê de 17 ciwan ji bo desteya rêveberiya Ciwanên Welatparêz yên Kerkûkê hatin hilbijartin. Wê ev deste nûnertiya Kerkûk, navçeyên Teqteq, Çemçemal, Daqoq û sînorên din yên Kerkûkê bikin.
Herî dawî endama Ciwanên Welatparêz Gîvara Ehmed daxuyaniyek xwend û got: “Em sozê didin şehîdan emê xebat, têkoşîn û berxwedana xwe dewam bikin. Heya encamê emê têkoşînê dewam bikin. Herwiha em soz didin girtiyên siyasî jî ji bo azadiya gelê Kurd emê têkoşînê bilind bikin.”