Çeteyên Dewleta Dagirker ê Tirk êrîşên noqteyên Meclîsa Leşkerî yên Mînbîc’ê kirin

 Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyên Mertala Firatê ya girêdayî dagirkeriya Tirkiyê êrîşê noqteyan wan kirine. 

NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyên Mertala Firatê ya girêdayî dagirkeriya Tirkiyê bi çekên navîn û giran nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li gundê Mehsenlî yê li ser xeta Sacûrê ya rojavayê bajarê Minbicê kirin hedef.

Li gorî daxuyaniyê çeteyên Mertala Firatê di saetên vê êvarê de du caran êrîş nuqteyên wan kirin.

Nivîsa Pêş