DGH; ”Li dijî tecrîda Giran li ser Rêber APO û silavkirina çalakiya Leyla Guven yekineyên me li bajarên Tirkiye û Kurdistan’ê de gelek çalakî hate li dar xistin. Di encama vê çalakiyan de 9 wesayît û kargehekê hate şewitandin.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona DGH’ê li ser çalakiyên xwe yên li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgirî bidin çalakiya Leyla Guven hate kirin de daxuyaniyek weşand.
DGH di daxuyaniya xwe de got; ”Li dijî tecrîda Giran li ser Rêber APO û silavkirina çalakiya Leyla Guven yekineyên me li bajarên Tirkiye û Kurdistan’ê de gelek çalakî hate li dar xistin. Di encama vê çalakiyan de 9 wesayît û kargehekê hate şewitandin.”
Enqere
Di 14’ê Kanûna 2018’an de li navçeya Enqereyê Etîmesgutê wesayîtek, ji hêla yekîneyên me bi navê Yekîneya Tolhildanê a Firat Zîlan ve hate şewitandin. Wesayît, temamî hate şewitandin.
Di 27’ê Kanûna 2018’an de jî li taxa Enqereyê Sîtelerê du wesayît, dîsa ji hêla Yekîneya Tolhildanê a Firat Zîlan ve hatin şewitandin. Her du wesayît jî bi temamî hatin şewitandin.
Stenbol
Di 11’ê Kanûna 2018’an de li navçeya Stenbolê Fatîhê wesayîtek, di dora seat 23.15’an de, ji hêla Yekîneya Tolhildanê a Baran Mawa ve hate şewitandin. Wesayît, bi temamî hate şewitandin.
Dîsa di 28’ê Kanûna 2018’an de li navçeya Stenbolê Bahçelîevlerê wesayîtek, ji hêla Yekîneya Tolhildanê a Baran Mawa ve hate şewitandin. Ev wesayît jî, bi temamî hate şewitandin.
Amed
Li navçeya Amedê Rêzanê, li taxên Kaynartepe, 5 Nîsanê û Şeyh Şamîlê, ji hêla Yekîneya Tolhildanê a Serhildan Garzan ve çalakiya nivîsandinê hatin kirin.
Bûrsa
Li navçeya Bûrsayê Orhangaziyê, di dora seat 04.00’an de wesayîtek, ji hêla Yekîneya Tolhildanê a Baran Mawa ve hate şewitandin. Wesayît, bi temamî hate şewitandin.
Denîzlî
Li navçeya Denîzlî Merkezefendiyê kargehek, ji hêla Yekîneya Tolhildanê Harun Serhed ve hate şewitandin. Di encama çalakiyê de 3 wesayît bi temamî hatin şewitandin, 3 wesayît jî zirarên mezin dîtin.