Li hember dagirkerî yê, li zîndanan û her çar hêlên cîhanên bi sedan gelên Kurdistanî tecrîda li ser Rêber Apo jibo ku bê şikestin çalakiyên birçîbûnê didome.
STRASBOURG- Li hember dagirkerî yê, li zîndanan û her çar hêlên cîhanên bi sedan gelên Kurdistanî tecrîda li ser rêber apo jibo ku bê şikestin çalakiyên birçîbûnê didome. Ev çalakî û çalakvanên birçîbûnê ya herî girîng bêdem û bêdorveger didome. Li Strasbourgê jî 17 Berfenbar û virde despêkirina çalakiya greva birçîbûnê 13 rojê paşve hiştine. Çalakvan bi gelekî kêf û moral çalakiyên xwe didomînin û li gel vê jî her roj jibo silav kirin û xwedî derketina çalakî û çalakvanan û xurtkirina çalakiyê li her deverên Ewrûpayê diherikin Strasbourgê.
Çalakîya bêdem û bêdorveger ya li Strasbourgê Ciwanên Şoreşger jî cihê xwe digirin, di nava vê çalakiyê de jî ciwanê bi navê Deniz Surgut jî ku cihê xwe girtiye moraleke xurt, dide hem çalakvanên di çalakiyê de ne û hem jî gelên ku tên serlêdanê bi rojeva xwe ya jibo azadiya Rêberê Gelan, Rêber Apo gelekî bal kişandiye, di her nîqaş û guftûgoyên Xwe de ev tiştî dibêjin; ” Jibo ku Rêberê gelan Rêber Apo re derfetek jiyaneke azad bê afirandin, bi têkoşîn û berxwedaneke giştî pêwîstî heye.”
SUGUT bal dikişîne ser ciwanan û dibêje; ”Ciwanên şoreşger, tekoşîneke şoreşgerî, rêya ku ber bi azadiya Rêberê gelan Rêber Apo ve diçe pêşengiya ciwanan faktoreke diyardeye.”
Bi çalakvanê ciwan Deniz SUGUT re roportajek hate kirin, jibo şikestina îşkenceya tecrîdê û çalakiyên ku hatine destpêkirin û dîsa ciwanên Kurdistanî di vê pêvajoyê de rol û mîsyona xwe çawa bilîze guftûgoyên me çêbûn.
“Ev çalakî bi awayekî serkeftî bi encam bibe, divê hêlê de em zelal û bawerin”
Surgut çalakiya bêdem wisa şîrove dike ” Jibo tecrîda li ser Rêber Apo bê şikestin û li hemberî vê tecrîdê gaveke were avêtin, hatiye destpêkirin û bi nav dike, SUGUT; biryardariyek mezin diyar dike, dibêje” ev çalakî bi awayekî serkeftî bi encam bibe em bawer û zelalin ji çalakiya xwe, çavkaniya ku me herî pê bi moral dike vîn û bawerî ya ku tecrîda li ser Rêberê gelan, Rêber Apo were şikestin e.”
Surgut ”di çalakiya me de sereke xwesteka yekemîn azadiya Rêber apo ye” dibêjeû wiha berdewam dike ”grevên birçîbûnê di civak û dîrokê de di gelek hêlê de girîngî û taybetmendiyên xwe hene, di çalakiyên wiha de gelek wateyên wê xurt û cuda hene. Û aniha jî li hemberî pêvajoya komploya li ser Rêber Apo hatiye çêkirin, ji Rêber Apo re rexneya ku wenda û rêhevaltiya kêm dixwazin bidin.
“Bi rihê serî hilde, li qadan be”
Surgut: ”Ji bo ku tecrîd bê şikestin ciwanên Kurdistanî bi rihê Serî Hilde di nav hewldan û tevgereke têkoşînê de be.
Surgut, bangawazîya ciwana kir ku; ”Bi rastî jî ciwan bi rihê serkeftinê û bi hêzekî xurt li dora çalakiyê bicivin, em bawerin ku pêvajoya şoreşê ya ku em dixwazin biafirînin wê hîn zûtir be. Bi taybetî jî ciwanên kurd yên li Ewropayê dijîn xwe berpirsîyar hîs bikin, dîsa li hemberî pêvajoyê hesteyariyek mezin bê avakirin û li dora rêber apo weke çemberekî berxwedanê bê avakirin. Êrîşa dijmin li ser rêber apo, li ser welatê me, şehîdên me, bajarên me û gerîllayên me bi berxwedanekî BI RUHÊ SERIHILDE derkevin kolanan û bersiveke tund bide dijmin, êdî ciwan vê xwe azad bikin, xwe rêxistin bikin, û bi “RUHÊ SERIHILDE ” derkevin kolanan.”