Saziya Hilbijartina Bilind(YSK) ji bo girtiyan û hikumxwarên teqsîrî ji bo hilbijartina herêmî ya 31 Adarê biryarek girîng destnîşan kir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Saziya Hilbijartina Bilind(YSK) ji bo girtiyan û hikumxwarên teqsîrî ji bo hilbijartina herêmî ya 31 Adarê biryarek girîng destnîşan kir. Bi vê biryarê gelek girtî hate astengkirin ku bikaribin rey bikar bînin. YSK, ji bo girtiyan û hikumxwarên teqsîrî biryar girt ku ‘’tenê dikarin li cihê herêmê xwe ya hilbijartinê û di cureya hilbijartinê de ‘’ dikarin rey bikarbînin. Bi vê biryarÊ 55 hezar 574 kes wê bandor bibe.
Li gor vê biryarê êdî wekî bere girtiyan nikaribin li gor lîsteya hilbijartina girtigehê rey bikarbînin. Tenê dikarin navçe û bajarên ku bere hatine qeydkirin dikarin rey bikarbînin.