Polîsan di serdegirtinên malan ên Xelfetî de, ji jina 70 salî pirsa birayê wê kirin û jêre gotin; “Agahî bide me, nexwe dê ji bo te ne baş bibe.”
RIHA – Polîsan di serdegirtinên malan ên Xelfetî de, ji jina 70 salî pirsa birayê wê kirin û jêre gotin; “Agahî bide me, nexwe dê ji bo te ne baş bibe.”
Li taxa Aşagi Goktu ya navçeya Xelfetî ya Rihayê polîs û cendirmeyan bi ser mala Ahmet Korkmaz û Halîl Korkmaza de girtin. Polîsên ku bi ser mala Ahmet Korkmaz de girtin, ji xwişka wî ya 70 salî Emîne Korkmaz ev pirs kirin: “Birayê te li ku derê ye? Hûn çekan li ku derê vedişêrin? Agahî bide me, nexwe dê ji bo te ne baş bibe.” Polîsên ku xwişka Korkmaz a 70 salî bi van gotinan tehdît kirin û Ahmet Korkmaz li malê nedîtin, dûre bi ser mala Halîl Korkmaz ê 16 salin li Ewropayê dijî de girtin. Polîsan malbata Halîl Korkmaz jî tehdît kirin.
Li aliyê din hat diyar kirin ku di serdegirtina malan ên Bêrecûkê de Salîh Korkmaz û kesekê navê wî nehat zanîn, hatin binçavkirin.