Hêzên Rizgariya Efrînê li gundê Mihemediyê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê li dagirkeran xist. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 3 çete hatine kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê li ser çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, êvara 29’ê Kanûnê şervanên wan li benda kontrolê ya li gundê Mihemediyê ya navçeya Cindirês a Efrînê li dijî çeteyên koma Feyleq El-Şam çalakiya sabotajê li dar xistine. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 3 çeteyên koma çete ya bi navê Feyleq El-Şam hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bûne.