Li Mînbîc’ê çeteyên dewleta Tirk şerê hev ketin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li xeta Sacûrê kirin hedef. Li aliyekî din komên çete şerê hev kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Rargihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihandin ku çeteyên Mertala Firatê ya girêdayî dewleta Tirk nuqteyên şervanên wan li gundê Ereb Hesen ê rojavayê bajar û gundê Hewşeriyê yê bakurrojhilatê bajarê bi çekên sivik, navîn û giran kirin hedef.

Navendê her wiha diyar kir ku li gundê Qîrata yê dikeve bakurrojhilatê Minbicê şerê hev kirin. Derbarê sedem û encamên şer agahî nehatin bidestxistin.

Nivîsa Pêş